şewê le şewan le nîwey şewa
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
3 minutes
650 views
derdî bulbulêkî bêçare û axrî ’umrî
şewê le şewan le nîwey şewa
çaw û dił û gyan her sê le xewa
çawim hełbiřî ke dîm bulbulê
eynałan le bêwefayî gułê
le dengî nałey řapeřîm le xew
nemzanî řoj bû weya nîwe şew
eylawanewe be diłêkî ẍemnak
nałey derûnî geyîşte eflak
carcar be xende carcar be giryan
wek bawkimirde bedił eynałan
xom negirt hestam çûm be layewe
selamêkim kird cwabî dayewe
lêm pirsî bulbul çî wa řûy dawe
şîn û girînit wa hênd betawe
bizanim çîye bang û haware
be tîrî zehrî kê birîndare
cwabî damewe be qułpî giryan
çîm beser hatuwe le cewrî dewran
gwêm lê řabgire le we’zî zeman
ledes zemanî bê emin û eman
şew û řoj letaw ’eşqî řûyî guł
esûřamewe lem çił bo ew çił
weqtî ẍirûrî tafî cwanî
leser pel emxiwênd be kameranî
be dewrî guła exulamewe
wekû perwane esûřamewe
wext behar bû guł û gułzar bû
şax û dax û deşt gişt lalezar bû
ẍunçe nekirawe minîş sałewext
esûřamewe be wext û bê wext
le ’eşqî ẍunçey gułî newbehar
neẍmey dawdîm hênabuwe kar
serxoşî badey řojî elest bûm
le ’eşqî řûy guł daym sermest bûm
nemzanî xwa negbetî bênê
swar leser zîn zû eglênê
axrî behar le germî hawîn
řûm kirde çyay qendîl û bazîn
řambiward hetakû wextî payîz
hatmewe bo lay yarekey azîz
ke dîm le gułim eser nemawe
wek wêranemał hemûy řûxawe
ew gułey ke dîm ewwełî behar
le germî hawîn bote xes û xar
peşêwe řûy guł wek min şêwawe
berg û liq û pop gişt perş û biławe
řûy sûrî şefeq weqtî beyanyan
gořawe her wek zerdey êwaran
ew bergey her wek tara poşî bû
le cewrî payîz hemûy werî bû
bedił betemay dem leser dem bûm
lecêy dem le dem duçarî ẍem bûm
eme bû xoşî jyan û jînim
sebeb eweye nałe û ḧezînim
cwab bo guł
bulbulî cwanim hîç xefet mexo
le bedbextî xot mebe řenceřo
minîş ’aşiqî gułendamê bûm
dûçarî çawî eblefamê bûm
aramim nebû satê bebê ew
dewr û xulim bû be řoj û be şew
ke zanî quwey caranim nema
taqetî bezmî caranim nema
řûy lê wergêram bebê behane
eweye ’ehd û wefay emane
derçû le destim yarekey gyanîm
pîrî şikandî piştî cwanîm
le destî pîrî bûm zar û zebûn
qamet xemîde wekû ḧerfî nûn
êsteyş řořomen hemû beyanî
ay bo cwanî ay bo cwanî
bêzarin le min êstake yaran
bûme nîşaney taney bed karan
ke wa bû bulbul herdû hawderdîn
herdûkman wek yek henaseserdîn
herdû ser binêyn be jêrxakewe
be diłî piř cewr û be ẍemnakewe