hewrî řeḧmet ger bibarênê lecêy baran guher
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
1 minutes
553 views
hewrî řeḧmet ger bibarênê lecêy baran guher
qetreyekî nařjête mezre’ey ehlî huner
bareke alilhArabic ey felek mîzanî ’edilit wa ebê
ewcî bała bigrê cahîl, ehlî ’îlmîş derbeder
dewłetî dunya be ’eqił û me’rîfet des nakewê
ehlî ’îrfan key destî kewt luqmeye bê derdîser
hoşdaranî ḧeqîqet wa le des cewrî felek
bo nîşaney tîrî cahîl sîneyan bote super
dek xwa bîbřê le jînî wa xuda dawye be min
muddetî ’umirim le xom xêrim nedî ẍeyrî zerer
çunke bêkes bûm nebuwe kes lêm bipirsê wez’î ḧał
dadî min pirsê meger řojî qyamet dadger
ḧałî bûm lem axrî ’umre nema bom merce’ê
ey felek kostit kewê! bo kwê biřom? eyne almefer?Arabic
’urfîPen name ta mawî eman qet nekey qet’î umêd
lutfî xwa zore ke ber ’efûy kewî wextî sefer