perêşane diłim bexwa bedestî daw û tezwîrit
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
1 minutes
439 views
perêşane diłim bexwa bedestî daw û tezwîrit
çi fikirêkit heye qurban bifermû řay û tedbîrit
feqîre, bêkese, mezłûme, tuxwa wazî lê bêne
îtir bes bê, bike xêrê leřêgey baw û bapîrit
gunahî çî bû, nazanim xo hîç ke’be neřûxawe
hetakey her bimênê dił esîrî bendî zincîrit
towe da’îm mezre’ey ẍem ta biçênî bo minî mezłûm
minîş bê cebir û teklîf ey ’ezîzim ebme awêrit
ewendey min te’rîfî qed û bałat ekem axo
buwe me’lûm ke diłgîrî weyaxo bote diłgîrit
peşêwe şêwey xurşîd û mah şêwet temaşa ken
peşîmanî ekêşin mah û xor ger bêne te’bîrit
çi şêxêke ewey toy wa nesêḧet kird bo em ẍedre
bese des hełgire sofî be ḧeqqî ḧezretî pîrit