honrawekanim

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  1831 views
honrawekanim pepûlen
be şwên wişey diła efiřn
gera, lenaw gyana exen
le derûna, wiçan egirin.
***
awêney piřşingî ason
giznigî demew beyanin.
şewnimî ser pêłûy çiron
şiney hewarî kwêstanin
***
çawyan şîne wekû samał
wek estêre ecrîwênin.
diłyan pake wekû minał
bo tenyayî, xemřewênin.
***
mangeşewî naw xeyałn
birîskey befrî ser lûtken.
nêrgizî newrozî sałn
wird û dirişt, diłxoş eken
***
zerdey êwarey beharin.
kizey şemałî hawînin.
wirdeşepolî řûbarin.
tirîfey ser gomî şînin.
***
pişkoy agirî zistanin
hêşûy ser liqî naw řezin.
hajey çemî daristanin
pelkezêřîney payîzin
***
hawdemî cwanîperistin.
kamî gyanî xoşewîstîn.
tezûy ḧezî hoş û hestin.
le laney awata ejîn.
***
hełbestekanim baweřn
na’umêdî û xem enêjin
řêy tarîkîy jyan ebiřn
bo azadî, xwên eřêjin.
***
meşxełî dest cengawerin
bełênî řêy kołnedanin
lûley tifengî sengerin
sirûdî dem şehîdanin.
***
nałey derûnî hejarin
kispey daykî sik sûtawin
bazûy kurdî kirêkarin
horey dway cûtî cûtyarin.
***
gelê carîş, pestin, egrîn
honhon firmêsk heł’eřêjin
gułî geşawe pêş werîn
be destî xefet, enêjin
***
yan biłêse û kiłpe û giřî
gyanî xo bextikeranin
honrawekanim, hogrî
çaw û demî kiçî cwanin
***
qijî zerd û kułmî geşin
tamî maç û çirpey řazin
lêwî qut û nîgay řeşin
xozgey yar û lencey nazin.
***
hełbestekanim, sinûryan
nîye û serbest yen û eçin
hemû dunya, hemû jyan
le baweşî xoyan egirin.