çi xoşe subḧedem řûy keyne sara
From the Book:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
By:
Arif Urfi (1896-1961)
1 minutes
787 views
çi xoşe subḧedem řûy keyne sara
xusûsen wextî guł fesłî behara
be tane pêm ełê seyrî ke ’urfî
pekî kewtuwe nema hîçî le bara
biray şîrînekem menwaře pîrîm
diłim řa’eçłekênê bûk û tara
hezaran tîrî tanem tê bigîrê
des hełnagirim eger bimken be dara
were binwaře yarî min ke wextê
le ber ka suxmey zerbefit û ẍara
fîday xałêkî hîndûy bim be şertê
diłim bênête cê mahî dił ara
nemirdimaye heta emzanî bo çî
çi řûy dawe le min wa çû be qara
’eşq beḧre ke ’aşiq tya niqum bû
çi bakyetî le tane û ’eyb û ’ara
le mirdin dûr ebim ger řabwêrim
legeł diłdarekey emsał û para
bya û yik nubtî nizir kinPersian
bifirma ayn nizir bihir xida raPersian
nwîstim namh nizdîk cananPersian
firistim namh ba bad siba raPersian