fikirim emeye xame meded namewerî kem

From the Book:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
By:
Sheikh Muhammad Hilmi (1909-1985)
 2 minutes  365 views
natiq:
fikirim emeye xame meded namewerî kem
bo kake ḧemey şêx ḧiseyn medḧî kerî kem
her wekû jinî faḧşe ser û zułfî bitaşim
swarî kere dêzî bikem û şarbedrî kem
’elî kemal bapîr:
wek murşîdî kamil le xeyałam be şew û řoj
zerkê le sikî řo bikem û behrewerî kem
şêx selam:
hênd coş û xiroşî heye nawestê hetakû
pałî bixem û pya bikem û dîwederî kem
se’îd fewzî:
selk sekûtî başe feqet qêzim eşêwê
her wextê heway paş û sûřînî lecerî kem
mîrza marf:
waz bêne kemal mirqî leser lade berî de
wa çake leber wîz û leřî başe derî kem
felamerz:
muḧtacî şirînqey quwet wu ḧubbî ḧeyate
duktore ke bişkênê xirûy çareserî kem
têr naxwa be min hênde be ałuş û befałe
wa çake hewałey řepî kaptan mîllerNamed-Entityy kem
eḧmed muxtar caf:
bo tozî xene bo tinî bêjnî xerîkim
te’lîmî be exlaq be îrsî piderî kem
çunke sineyî nesłî temamî be fiř û fêł
wa ḧîze pena bat û qiran û qemerî kem
çend ḧîze ke caşûlkey yabûy ’ecemî řeng
tenzînî be zîn û bere û cil qecerî kem
em ḧîze eme çend sałe le min be fałe
wa çake hewałey mefreşî amey beşerNamed-Entityy kem