merbûte ḧeyatim be byare û be dyarî

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 2 minutes  1760 views
merbûte ḧeyatim be byare û be dyarî
xozgem be segî qapîyekey qutbî medarî
em kawle dunyaye le new zêř٭ û zeber bê
paş eḧmedî muxtar û ebûbekir û sê yarî
faroqî zeman ḧezretî na’îbî şêx ’usman
wasił bû be dergahî kerem, řeḧmetî barî
em ḧucreye ke cêy tewafgehî ḧezretî şêxe
yekser hemû enware çi seqif û çi kenarî
herdem bo tewafî, cem’î melek dên
xałî nîye yek anê, ne ḧucre û ne ḧesarî
em ḧucre le ḧeremda tewafî bo nîye hergîz
mecmû’î mela’îke hemû bote zewarî
ḧacî were em qapîye ger talîbî dînî
sed ḧec û dûsed ’umre tewafêkî mezarî
sed şukirî xwa lazme bo cem’î murîdan
xałî nîye cêgeyî, wek abadî dyarî
ey necmî huner, mezherî ḧeq û meh û xurşîd
lazim nîye wesifit, le hemû lawe dyarî
ger talîbî yarî sa řû bike xurşîd
ey xalîdî bêçare to bem derde dûçarî
ta tozî derî qapîyekey neykeye çawit
em kêwe ke kanî ḧesede, nakirê çarî
fîkirit ke le řêy barî ḧesed řê řim û şêre٭
bê xawene, bê řêge, le şeytane swarî
ey qafłe salar, wey afetî meh û xurşîd
to merqedî geylanî û pîranî buxarî
řeḧmê bike bem tahîrPen namey bêçareyî miskîn
mehcûrî diłî, wa le dunyada bêzarî