xuda ’edlî le lay ’arf ’eyane

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 1 minutes  1035 views
xuda ’edlî le lay ’arf ’eyane
be ḧeqqet ême geleyn ew şwane!
le ber çî wa meřî xoy merdî çûpan?
be destî xoy exate ber nîşane
eger mu’mîn be ḧeqqet dostî ḧeqqin?
çîye ḧîkmet zelîlî řûsyane?
muqedder bû ke gendum bê be řizqî
le adem bo debê bigrê behane?
ke tîr’endazî çabuk dił bipêkê!
qebaḧet key le ser ełqey kewane?
ke ew řuxsarî dił bênête pêşo
nesîbî bulbulan dad û fuẍane
le řojî xoy ’emel qismet kirawe
le ber çî to dełêy fî’lî xomane?
ke wa bû agirî dozex le boman!
çi lazim dê bikêşê wa zebane?
eger xelqe le boman îxtyarê
le ber çî yek biçûk û yek kełane
yekê bo pare nanê can firoşe
yekê ḧeqqî nîye şahî cîhane
yekê sułtanî qesrî zeřnîgare
yekê bê cêge û û bê xanumane
yekê daym xerîkî ’eyş û noşe
yekê kujrawî şimşêrî debane
yekê qarûnî dewłet hem ’înane
yekê muḧtacî sikkey yek qirane