ey pertewî řengit wekû řengî hemeřenge

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 1 minutes  1010 views
ey pertewî řengit wekû řengî hemeřenge
xałit be mesel zulfî syahit, şewezenge
bezim û tereb amadeye, saqî meyê fermû
dengî def û nałey ney û awazeyî çenge
lêwit ke wekû le’lî bedexşane be ałî
gencûr û nigehbanî dehan û demî tenge
tabûrî mujanit legeł egrîce beraber
westawe ełêy leşkirî japon û ferenge
sed namî xuda bê le dû pustanî enarit
gird û şilk û nazk û piř çing û qeşenge
bo barî xemit ger bedenim siste meřence
pêkirawî mujey toye ne kujrawî tifenge
sergeşte û û aşufteyî eşqim wekû ferhad
kêwim be dił û sîne û ser, pence qułenge
çawit be mesel afetî diłhaye welîkin
boç waye ke ebroyî keçit meylî we cenge
lem řoje ke řûm xiste berî pêy û witî pêm
ey eblehe, key małşî awêne be senge?
men’î meke tahîrPen name ke eger mat û xemoşe
dêwaneyî řûy toye ne mestî mey û benge