dinya ke hemû leḧze be me’şûqî kesêke

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 1 minutes  1350 views
dinya ke hemû leḧze be me’şûqî kesêke
binwaře ke çen qeḧbe, çi kone teresêke
tê fikire wekû kelbî nîhan gîrî zemane
ebna’î cîhan yek be yekî, segme gesêke
’alem hemû wek teyre, teme’ dane, emel daw
seyyadî ecel, saḧetî dunya qefesêke
le ḧucreyî şeş goşe ke řêy me’berî ’ame
ya řeb çîye her kes be hewa û hewesêke
sed qafłe řaburd û eto ẍafłî ey dił
gwê bigre le her layê ke nałey ceresêke
şadî û ẍem û endûh çîye řenc û elîme
îqbal û zewalîş be xwa her nefesêke
tahîrPen name mebe azurde, zeman ’adetî cewre
dunya ke hemû řojê jinî bulhewesêke