řojî tereb û fesłî guł û wextî behare

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 1 minutes  1906 views
řojî tereb û fesłî guł û wextî behare
yaran gułekem, kwa ke demî bos û kenare
gułzarî îrem sûretî zîbay qedî toye
goşey çemen û řûyî guł û payî çinare
binwaře le bo ḧełqeyî zułifit le serî kułme
direfşî direxşanîye, nîwe şewî tare
bew zułf û mujet memkuje herdem be cefayê
carê le tenafim mede, sed car le qenare
tîrî mujeket qatłe herdem be bełayê
daym le diłî xestedłan pêkî, çumare
sûtaw û birîndarim û sewdayî û mestim
bew perçem û egrîcew û bew çawe xumare
ew xałe le ser lêwte cana, çîye fermû!
cêy maçî lebî tahîrPen namee nîşaneyî pare