řexneyekî edîbane

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 7 minutes  777 views

selam le gwêgrî behest û huner perestî bernamey tapo, hîwadarîn kameran û bextyar bin û pêwendî xotan legeł êmeda behêztir ken û her wek le bername pêşuwekanda kutûmane, şeketîman be rezamendî êwey beřêz lem kare komełayetîye ke be estomaneweye la’eçê û padaşî xoman wer’egrîn.

gwêgrêkî beřêz le sinewe pirsyarî kirduwe, bo çi ême em bernameyeçeşnêk lê nakeyn ke wek małî giştî ya park û baẍî netewayetî, hemû kes bitwanê biçête nawyewe û biřway herçî heye sebaret be huner derbiřê?

kak miradî bextyarî ke wek xoy nûsîwyetî sałî şeşî nawendîye û bem çeşne dirêjey be basekey dawe: «aya êwe latan wanîye ke biřway hunerî wek biřway zanistî nîye ke naçar hemû wek yek bin? aya latan wa nîye ke huner pêwendî be ’atîfew çêşkewe heye û qet’yetî beşî zanist le hunera nîye? ke wehaye ebê emeş bizanin ke biřway takêk ba zorîş mamosta û lêzan bê, natwanê bo hemû kes bibête cêgay çaw lêkirdin û sermeşq. huner hezar rêgay lê ebêtewe ke giştyan egene akam. le zanista şwênî zanayekî pêşû kewtin û bekełk hênanî taqîkarî zanistî ew, teqlîd nîye. êste kes nałê nabê şwên ew kese kewm ke le pêşa keşfî kird zewî xiře, ya mang be dewrîya esûřê ya hemû ceẍzêk xawenî 360 dereceye, bełam le hunera teqlîd û şwên girtin bê ewey hunermend xoy çêşkeyekî taybet le kar bênê û řêgayekî serbexo bidozêtewe, şitêkî na pesnide.

ełên se’dî ẍezelî baw kirduwe. eme xoy hunerêke, bełam ḧafzîş hunermende çunke neywîstuwe řaste û řast pê lecêgay pêy se’dî binê, legeł eweşa ẍezelî kutuwe û tam û bonêkî çêşke û lêkdanewey taybetî xoy awête kirduwe. zor şa’îrî waman hebuwe û heye ke nusxey bedełî şa’îrêkî gewren û řenge le teqlîdkirdinî şa’îre gewrekeşa zor huneryan nwandibê, bełam hergîz nebûn be şa’îrêkî nasraw û eger kesêk byewê tarîfî şa’îrêkî ewto bika her ewende ełê ke beřastî cwan twanîwyetî şwên fiłan şa’îrî gewre bikewê. le rastîya hunermendî ewto, şexsyetêkî cenbî û hełpesêrawî heye. xoy nîye bełku dengiderewey şexsyetî kesêkî tire; ca emeş aşkiraye ta nusxey esłî hebê, kes meylî gwêgirtin û xwêndinewey nusxey be dełî naka. kewabû mawe biden ke çêşke parawekan û zewqî lawanî gwêgir bikewne hewł. ba xoyan rêgayek le hunera bidoznewe. min lam waye em bernameye desełatêkî ewtoy leser hunermendanî law heye ke eyangirête jêrdest. herwek eguncê ew sêbere ke leser seryanî eka le germay hawîn byanparêzê, eguncê berî rojî germîşyan le çiley zistana lê bigrê».

kak mirad paşan nûsîwyetî:«baştir eweye ke nûserî bernameke tenya řêga pêşan bida û ew şitane ke eyzanî û paş hewłêkî zor be destî hênawe le bernamekeda bo gwêgran rûn katewe, îtir karî beser emewe nebê ke kame rêga başe û kamyan hełeye. be watey xoy terazûyek hełnegrî ke berd û weznekanî û sûk û qurs kirdinî tay terazuweke her xoy bîzanê û kesî tir. bo nimûne katê basî şêweyekî hunerî eka, biłê ke çon peyda bû û hoy peyda bûnî çi bû, gewreyanî ew şêweye kê bûn, taybetîyekanî şêweke çîn, key dwayî hat û leber çî. nek pêşdawerî bika û le hêzî zanistî hunerî xoy kełk wergirê bo ewe şêweyek bikutê û leber çawî xełkî bixa û şêweyekî tir ke xoy leber her wîstêk ke heyetî pesendî kirduwe berz katewe û mawey bîr kirdinewe û hełsengandin le gwêgir bibřê û wizey wekar kewtinî çêşke û lêkdanewey nedatê. řenge kemêk dûr le edeb bê, bełam yarîyek heye le kurdewarî ke başe lêreda basî bikem. yarîyeke bem çeşneye: çen kes da’ebin û çen kesî tir be seryana baz eden. ew kese wa natwanê baz bidat tenya des enête ser piştî hewałî dabû û ełê: «be gwêy mamwestam».

axo başe lawekanman hemû biłên be gwêy mamwesta sware? min ew nûserem zor pê hunermende, bełam legeł ew kareşya mwafq nîm ke eyewê çêşkey îstandard û yek çeşin saz bika.

min xom řenge bizanim em muşkileye çon peyda buwe. lam waye nûserî bernameke wabîr ekatewe etwanî herçî wa xoy xwêndûyetî û kirdûyetî û dîwyetî û behemûyanewe bewatey farsî dîdî hunerî û lêkdanewey zanistî û ferhengî ewyan pêkhênawe le çend bernamey kem maweda, ewîş le pişt mîkirofonî radyowe ke tenya yekcar wizey gwêgirtin eda be bîstyar, fêrî gwêgranî xoy bika. min xom xwêndikarim û le mawey xwêndinmida zor mamwestay weham dîwe ke ewaney xoy eyanzanê û bedîhîyatî ewełîyeyan da’enê, lay waye ke xwêndikarekeşî ebê bêguman byanzanê û leser em biřwa hełeye ders ełêtewe. bo nimûne, ełê fiłane şa’îre pêřewî fiłane şa’îrî tir buwe û bê ewe hîçî lê zyad bika tê’epeřê, le katêka bo xwêndikar, her wek şa’îrî dwayî nenasrawe, şa’îrî pêşûş ke pêřewî lêwe kirawe nenasrawe û lerastîya dijwarî û muşkile ebête duwan. mamwesta swareş ełê ezanîn ke şêwey dada’îsmî urûpa şêweyekî paşerok û bê naweroke û her şêweyekî tirîş ke barî komełayetî têda behêz nebê her wehaye.

kes nîye û řenge min heweł kes bim ke wêrawme bem bira nûsereman biłêm mamwesta dada’îsim kameye? bazî komełayetî beçî ełêy? axo lat waye bo taqmê xwêndewarî zanay wek xot qise ekey ya bo min û hawtay min?! eger bo xot û wek xote eme îtir kutnî nawê. meger biłêy sertaşî bêkarim, serî hewałanî sertaşî tirim etaşim! eger bo êmeşe tikaye bepêy zanistiman bidwê û berebere biço pêşewe. bernamekanit kurte, mebestekanit dijwarin û gwêgrekanit hemûyan şareza nîn. bibûrin ke mawetim girt û herçî le diłma bû kutim. ewe bizanin ke mebest baştirbûne nek řexnegirtin».

lêreda name cwan û rêk û pêkekey kak mirad tewaw ebê û ême çunke pêman ḧeyf bû hemû nameketan bo nexwênînewe maweman nemawe wełamî bideynewe, bełam gwêgranî xoşewîst ewe bizanin ke ême hergîz xoman bê nyaz nazanîn le rênumayîtan û hergîz be rexnetan diłmend nabîn û hemîşe amadey bîstin û kełk wergirtinî rê bedîkarîtanîn. ta bernamey dahatû ke wełamî em gwêgre beřêze edeynewe xwatan legeł. şewtan xoş.