řaspêrî huner

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 5 minutes  962 views

selam le gwêgrî bezewq û çêşke parawî bernamey tapo.

zor kes le xoy epirsê ke aya huner wêney zanist, pêtewîstî jyanî ademîzade, yan ne; huner le komeła çi nexşêkî bedeste û řaspêrî çîye? axo huner bo ademîzad lew şitaneye ke eger nebê zyan egeyenê be mirovayetî?

le zor kesman bîstuwe ke bo nimûne «hunerî şa’îrî» bê bayex edene qełem û tenanet taqmêkîş hen ke şî’ir û şa’îrî be řagir û ginxêner û xinkênerî komeł ezanin. ewane bê ewe bîr bikenewe ke huner û zanist dû lifedwaney koşşî mêşk û awezî ademîzadin, lanî layengirî zanist egirin û ełên zor xû behuner girtin û zor perjane ser huner řêgay berewpêş çûnî zanist egrê, lekatêka eger mêjûy xebatî ademîzad le hewełî peydabûnî komełî kilanîyewe (CLAN) ta emřo bizanin hergîz biřwayan weha nabê ke heye.

ademîzad cyawazî here gewrey legeł gyandaranî tira eweye ke bedîhênerî hunere, beşêkî kem û kûř le zanist tenanet lenaw gyandarîşa heye, bełam huner taybetî ademîzade; lew katewe ademîzad dabeş buwe bedeste û taqim û beyekewe jyawe, wate lew řojgarewe ke jyanî xêzanî û binemałeyî wate kilan damezrawe, ademîzad hunerî nasîwe û giringitrîn řaspêrî xirawete estoy ew beşey me’rîfetî însanî. wişe û deng û bizûtin, berîz wêje û mûsîqa û wênegrî û semayan pêkhênawe, tenanet ayîn û ustûrey «mawra’ altibî’e» berhemî pencey yezdanî û xułqênerî hunerin; huner hemîşe le dirêjayî mêjûy jyanî ademîzada çirayek buwe bo řoşnikirdinewey berpêy zanist. her kat ademîzad behoy awezî kem wikurtyewe damabê le geyştinî be’awatêk, penay birdote ber cîhanî pan û berîn û bê perjîn û lemperî huner; ew cîhane wa řasteqîney wişk û zibrî dewruberî jyanî ademîzad natwanê gemaroy bida û tengî pê hełçinê; zanist naçare her lew şitaney wergirê ke le dewrupşitî hen û xawenî made û cismin, bełam huner le deryay bê binî ’atîfe û xeyał serçawe egrê; le hunera hîç bergêg nîye ke pêş be’awatî ademîzad bigrê. lew cîhaney hełfiřîn heye, xewbînîn heye, cwanî bê xewş û xałe. huner ta řadeyeke awat biřwa etwanê hełfiřê. bê ewe cîhanî řasteqîneş lebîr berêtewe. huner pirdêke le waq’yetewe hełbestirawe bo ḧeqîqet. maksîm gorkî nûserî berzî rûs ełê hîç berhem û dahatêkî zewqî ademîzad nîye ke behreyekî le řasteqîne nebê. zîhnî ademîzad awêteyeke le awat û řasteqîne.«qalîçey bałdar», «çekmey xoş ajo», «dirakovlan» (DRACOVLAN), «kiławî sexrî cin», «hełfiřîn û tenûrey dêw», «çerx û felekî pîrejin», hemû nwênerî hełpey bê wiçanî hunerin bo dozînewey řêgay załbûn beser feza û asmana û derçûn le kêşer û pêwendî xak, betaybet « çerx û felekî pîrejin» tewaw barî sen’at û zanistî tya behêze; êste wabaşe herkam le sê wişey «çerx» û «felek» û «pîrejin» wirdibînewe, taderkewê ke îsti’are û sembul sazî çi karêkî kirduwe.

çerx lemêje benîşaney bizûtin û ḧeřeke îsti’areye ke bo zanistî mîkanîkî û fîzîkî çerxî çaław ke bekurdî pêy ełên kol û bîr, hełbet kolî tenya bekeresey bûzûtenînîş ełên, çerxî çaław řenge yekem dezgayekî sin’atî bûbê ke beşer kirdûye be xizmetkarî xoy, tenanet êsteş le hunerî neqaşîya le sebkî «empir syonîsim»ewe taşêwe nwêyekan «çerx» wate û mefhûmêkî îstî’areyîye bo zanistî mîkanîkî,«felek» wate asman ew feza berîneye ke ademîzadî serzewî elkênê be’estêre geşekanewe û bîrî hestyaraney beşer han eda bo pişkinîn û serderhênan û zanistî kurte û wizey fiřînî bîr û xeyałî zor û berbiławe, bîr ekatewe ke çend seyr ebû bîtwanyaye beçerxêk wate kereseyekî mîkanîkî beser em řêbaze bê girê û gołey feleke da bał bigrêtewe, çunke herwek şa’îrî êranî ełê:

şinîdsitim kih hir kukib cihanî astPersian
cidaganh zimîn û asmanî astPersian

bełam bizanîn «pîrejin» lem karesateda nexşî çîye? pîrejin řemzî ademîzadî piř taqîkarî û sardugerm çêştuwe û em ademîzade eşê ke řêbwarî seferêkî piř metirsî bê.

hoyekî tirîş ke pîrejin bo em geştî fezaye le ber çaw gîrawe ke pîrejin le abûrî komeła pêkhênerî berhem û dahatêk nîye û egerîş lenaw biçê û bê seru şwên biřwa zyanêk le komeł nakewê, her ew awateye ke lepêşa huner nwênerî bû êste lem çerxeda ke ême tya ejîn le çeşnî awatêkî efsaneyî derçuwe û buwete karêkî zanistî. feza behemû řemz û řazêkîyewe kewtote ber tîşkî zanist, bełê herwek le hewełewe gutman zanist û huner dû lifedwaney têkoşanî gyan û awezî ademîzadin û ne wek huner her tenya řêgay berew pêş çûnî zanist nagrê, bełku ew řêgaye ke betem wimj û toz û xoł dapoşrawe řûn ekatewe.

ta ḧewtey dahatû bexway gewretan espêrîn.