sêḧrî nîga

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 5 minutes  884 views

min bûm û dû sê gez heway hodekem. ewende tenya bûm ke etgut ademim le yekem řojî xułqanya. bêdengî hênde piř û çiř bû ke dengî lêdanî dił û nebzî destim etkut girmey hewre tirîşqe û řijanî awhełdêrêkî gewreye le hezar behezarî şaxêkî sextewe. le ser hewday nedyarî bîrewerî, çerx û xulim exward û berewpaş egeřamewe. jyanî sî sałem le peřawêk eçû ke şineyekî nerim û nyan lapeřekanî hełdatewe. le minałîmewe pêya dehatmewe. wek feqêyek ke leber heywanî mizgewt dersekanî rabirdûy dewr bikatewe.

minałîm zor tîj têpeřî. cige le bizey lêwêk ke hî řwałetêkî xembar bû, çî tirim nedehate berçaw. bizey daykim bû ke zû becyê hêştitim û benawî yadgar her ew bizey bo danam ke hemîşe lêwî eřazandewe, bełam hemîşeş ew bizeye beřwałetêkî xembarewe enîşt. çeşnî qurîngêkî tenya ke çilebřî kirdibê û le kenarî şetawêkî bebefir û sehoł gemarodraw hełnîştibê. lewsatewe fêr bûm ke bizanim kam bize hî diłxoşîye û kam zerde hî peroşî û peşêwî û her lew katewe xem bû be hewênî bîrewerîm. oh çende tałe xemnamey jyan xwêndinewe, xwêndinewey peřawêk ke ezanî hemû tiřajêdîye û le hîç dêřêk tûşî xoşîyek nabî. beba kirdinî kay kon! le hemû kelaweyeka beşwên genca geřan; emeye teqelay min le pêdaçûnewey ewey beserim hatuwe û ew řojaney ke binaẍey xanûberey temenî minyan damezranduwe.

dêtewebîrim le hodeyeka ke berew řoj pencerekanî ekiranewe dadenîştim. zerdey xoretaw ta nîwey mafûrey hodekemî bepoy zerd etenî û şebeqî ekewte ser awêneyek ke bedîwarewe hełwasrabû. pol pol peřesêlkey tîjbał beqajuqîj beber pencerey hodekemewe tê’epeřîn. qûqey kełeşêrêk le derewe ehat û balorey segêkî birsî berz ebowe. karekere pîrekeman ta gwêy le lûrey seg ebû le jêr lêwyewe nizayekî ekird û xêra pencerey hodekey ebest û bedem karewe eygut: «pena bexwa em care norey kêye? »

nawî pure xatûn bû. behezaran dastanî dêw û cinoke û perî ezanî. cinokeyek ke ebû bepşîle û şewane eçû le kořî zemawendî cinokekana zuřnay lê eda, «geskekołe»û«şewleban»û nawî tir. min legeł eweşa kezor lew dastanane etirsam û katî xewtin serim ebirde jêr lêfekemewe, hemû şewê guřûm egirt û ta pûre xatûn dastanêkî bo negêřabamewe xewm lê nedekewt. her lemnałîyewe fêr bûm ke ademîzad esîrî çarenûse û her hewłê bida le dway çarenûs řizgarî nabê!

temen le şazde û ḧevde têpeřî û min hestim kird legeł lawanî tira cyawazim. şermin û kemřû bûm; betaybet katê legeł kîjêka řûbeřû ebûm, zimanim ebestira û qisem bo nedehat. herwek katî minałî, xom nuqmî xeyał kird. serim birde naw kitêbewe. legeł cîhanî bêdeng û řengawřengî ewîn û xeyałda bûm behawdemî şew û řoj. herweha bûm ta řojêk řwanînî çawêkî geş û řeş diłî lerzandim! ne... ne... to nabê pabendî ewînî xakî bî. ademîzad bê beynet û beqan; çaret eweye řakey, her ta etwanî xot dûrxeyewe. ewîn cwane, bełam ewînî naw honrawe û peřaw nek hî naw kûçe û şeqam... em çawe geşane dawêke etka be esîrêkî dest û pê bestiraw. katê xot û diłit pê sipard cêt ehêłê.

hemû emane hatne ser lapeřey bîrim; bełam sûdî nebû; ew dûçawe gewre û gewretir bûnewe. hemû dewruberî minyan dagirt, wek şewêk ke beserta bikêşê û berçawit tarîk ka, ya wek eme le piř řoj bigîrê û nîweřot lê bibê be nîweşewu netwanî hengaw hełbiřî. em dûçawe geşe, beřwanînî germ û ewîndaraneyanewe tenanet bo wirdeyekîş wazyan lêm nedehêna. bê wazî yexey girtim. bîr û xeyałêkî taze mêşkimî ałoz kird, ta lenakaw dîsanewe le kołanêkî teska kewtime ber sêḧrî ew dûçawe geşe. nemzanî çi hêzêk pałî pêwenam ke bolay bikêşim û çi cadûyekî zimanmî xiste kar. leber xomewe kutim: «lam wa nebû îtir çawim pêt bikewêtewe.» şermêkî kiçane rûmetî kird bedû polûy sûrî agir. pêkenînî nadyarî le dû lêwî sûr û dûçawî řeşya dyarîda. ew dû gome qûłe beşepolî wirdî yek ledway yek şiłejan û benermî nesîmêkî êwaraney hawîn kutî: «minîş lam wa nebû!»

― «lew řojewe min ewînim nasî wijyanim nasî. eger to nebwayey û eger to bem nîga germe netgirtibayeme ber serinc, min çi bûm cigele kirmêk lenaw lapeřey kitêbî zankoy mafa? axo, cêgayetî biłêm sipas ke jyanit pê nasandim!»

ta ḧewtey dahatû, xwatan legeł.