řûdekî mamostay meznî şî’rî farsî

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 7 minutes  1201 views

selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo.

ebû’ebdułła ce’fer kuřî miḧemmed ke naznawî řûdekî buwe, yekêke le şa’îranî payeberzî êran û bêguman heweł kesêke ke şî’rî farsî pitew kird û twanî lenaw wêje dostana perey pê bida. řûdekî mamostay gewrey şî’rî farsî le sałekanî naweřastî sedey sêda le awayîyek benawî řûdek ke le herêmî semerqenda hełkewtibû, le dayk bû. her benawî ew awayîyewe pêyan kutuwe: řûdekî, wate xełkî rûdek.

hemû tezkerenûsanî êranî lem biřwayedan ke her bemnałî wirya û zireng buwe. ’ewfî, nûserî peřawey «libab alalbab» le peřaweyeka enûsê: «ke řûdekî le temenî heşt sałîya betewawî qur’anî pîrozî leber buwe û şî’rî başîşî hełbestuwe.» nûserî «libab alalbab» herweha ełê: «ke řûdekî xawenî dîmenêkî cwan û dengêkî xoş buwe û lay «abu ali’bik» ke mûsîqarêkî benawbangî ew serdeme buwe, lêdanî çeng fêrbuwe.»

rudkî çing birgirfit û nwaxtPersian
badih pîş ar kih sirud andaxtPersian

emîr nesrî samanî, emîr edeb perwer û hunernas û nîştîman xoşewîst, katê nawbangî řûdekî begwê ega, enêrê be şwênya û eybate derbarî xoy û le derbarî ewa řûdekî beřêz egîrê û ebête gewrey şa’îranî emîr nesir.

sebaret bem mebeste ke řûdekî bekwêrî le dayk buwe ya paş maweyek jyan, kwêr buwe, bîr û biřway corbecor lenaw wêje nasanda heye, hendêk ełên ke řûdekî zigmak kwêr buwe û biřêkî tirîş layan waye ke paş maweyek ew şa’îre gewreye, çawî nabîna buwe, ’ewfî lew kesaneye kelay waye řûdekî kwêrî zigmakî buwe û ełê: «řûdekî şa’îrî dił řûnak, ewendey henawî řoşin buwe çawî tarîk buwe û hergîz çawî behełatnî mange şew û pişkûtnî guł nekewt, le katêka le hezar şa’îrî çaw řûnak baştir betan û poy cwanî siruşta çuwe.» nûserî mêjûy sîstan, sem’anî û nîzamî û ’erûzî hîçkamyan îşařeyekyan bem mebeste nekirduwe ke řûdekî kwêre buwe yan ne. hełbet emey ke řûdekî çawî bestirabê û neytiwanîbê cîhanî řoşin bibînê le řêz û hêjayî ew şa’îre gewreye kem nakatewe. çunke ême emřo katê basî hunermendêkî řabirdû ekeyn karman beser řwałet û endamî nîye, kelepûrî hunermend bo gelekey û bo ew kesaney ke paş mergî ew dêne cîhanewe, şwêneware; ke le twêy peřawekanîda û lenaw xulqawekanî mêşk û bîrya ebê bo dozînewey bigeřêyn. şa’îrêkî êranî ełê:

dirsixin mixfî şidim manind bu dir birg gilPersian
hir kih dard mîl dîdin dir sixin bînd miraPersian

wate lenaw witarî xoma şarawmewe, herwek bonî guł lenaw peřey guła. kesêk ke eyewê min bibînê lenaw qisekanma emdozêtewe.

řûdekî le derbarî emîr nesra cige le şa’îrî, mûns û hawdemî emîrîş bû. bepencey sîḧrawî katê telî çengî ehêna lerîn û hezar ahengî xeyaławî lê heł’esandu bedengî wek xuřey awî cobar, şepołî exsite ser heway kipî zewqî danîştiwanî kořî bezim û aheng, emîr nesir fermanî eda koşî piř ken le zêř. em mebeste şyawî serinicdane ke le êranda şa’îranî derbarekan zor xizmetî gewreyan bexełk kirduwe û beşî’rî cwan, naḧezî řiq û tûřeyî desełatdaranyan labirduwe. lew derbaraneda ke şa’îr û hunermend û zana zortir hebûn zewqî emîran nerimtir û agirî tûřeyîyan damirkawtir buwe. tenanet zor şah û emîrî wa le êrana hebuwe ke xoy şa’îr û wêjewan û hunermend buwe; bełgey here gewre bo eme ke şa’îran û zanayan karyan kirdote ser hestî şayan û bedesełatan, binemałey meẍûle. ezanîn ke ew binemałeye le serdemî çengîza çi kuştarêkî bê bezeyîyaneyan legeł êran kird.

paşan behoy te’sîrî zanayan û şa’îranî êranîyewe çon bewatey se’dî xûy piłinganeyan wela naw pyawî wek «baysunquř» û «xudabende» û «xazan xan» yan lê hełkewt ke herkam le barêkewe xizmetyan kird binemałey samanî řegez êranî bûn û yekem binemałe bûn ke gelî êran paş dûsed û penca sał dîlî, hîway xoy bewanewe bestibû û çaweřwan bû le jêr ałay ew binemałeda serbexoyî dořawî bênêtewe dest. le serdemî ew binemałeyeda bû ke şî’rî farsî beçeşnêkî pitew seretay damezra û huner û hemû nîşaneyekî tirî şaristanîgerî taybetî êran bûjayewe. şêwey xurasanî lew serdemeda le wicûdî şa’îrî wek řûdekî behremend bû. hendê le mêjûnûsanî edebî ełên ke hîç kam le şa’îranî pêş ew û paş ew be’endazey ew şî’rî negutuwe. yekê le şa’îranî hawsedey řûdekî ełê:

şi’ir aw ra birşimirdim sîzdih rih sidhizarPersian
him fizun ayd agir çunankih bayd bişmirîPersian

wate şî’rî ewm jimard, kirdî sêzdecarî sedhezar û eger başî bijmêrî leweş zortir eka. sêzde car sedhezar eka milyonêk û sêsed hezar.

eguncê em endazeye kemêk le biřwakirdin dûr bê, bełam bełgey emeye ke řûdekî berhemî gułzarî zewqî zor buwe û deryay derûnî piř buwe le gewherî hêjay şî’ir û witarî ahengidarî cwan.

wek le şî’rekanî řûdekî der’ekewê temenêkî dirêjî hebuwe. temenêkî dirêjî be behre û bar ke lewa xizmetêkî zorî bewêje û edebî êranî kirduwe. her ew jimareş ke emřo le şî’rekanî mawetewe, endazey xizmetî řûdekî der’exa. xoy sebaret bepîrî xoy le ẍezelêka ełê:

mira bisud û firurîxt hir çih dindan budPersian
nibud dindan, la, bil, çiraẍ taban budPersian
sipîd sîm zidih bud û durّ mircan budPersian
sitarhٔ siḧrî bud û qitirh baran budPersian
tu rudkî ra ay mahru kinun bînîPersian
bidan zimanh nidîdî kih ayn çinînyan budPersian

bem şî’reda der’ekewê ke řûdekî be lawetî řwałetêkî cwanî hebuwe û ewey wa ’ewfî sebaret bem base kutûye, řaste.

lem bareda ke witarî řûdekî le gyanî emîrî samanîya te’sîrî zor buwe, dastanêk egêřnewe û ełên: emîr maweyekî zor le buxara dûr bû. sipakey hemû bîrî jin û mał û minałyan kewtibuwe ser, bełam hîç kes ney’ewêra belay emîrewe basî geřanewe bika taku naçar pena eben bo řûdekî û ewîş parçe hełbestêk le tarîfî buxara da ełê û le katêka emîr serxoşe boy exwênêtewe. parçe şî’reke bem şêweye des pê’eka:

bwî cwî mulyan ayd himîPersian
yad yar mihirban ayd himîPersian
şah siru ast û bixara bustanPersian
siru swî bustan ayd himîPersian
şah mahist û bixara asmanPersian
mah swî asman ayd himîPersian

ełên paş xwêndinewey em şî’re, emîrî samanî be endazeyek heway buxaray ekewête ser ke destibecê destûr eda sipa berew buxara bikewête řê.

lêreda bernamekeman dwayî hat. ta bernamey dahatû xwatan legeł.