jyan û ewîn

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 6 minutes  1505 views

bełê herçî bû ewende bû û êste hetawî řasteqîne le çawim çeqîwe, wek xwê beser birînî tazeya key eykizênêtewe. axo ewîn pûç û bêhûdeye?!

ne, lêm geřê ba nawî bênim taqîkarîyekî tał û bê serkewtin, çunke ewîn xoy řasteqîneye; beyanîye; hemîşeye. ba bikujêtewe kwanûy germî xoretaw, eger nepjête naw bêşkey ewîn û beser gořî ewîna bidrewşêtewe. bê deng bûn û le bê dengîda şûreyekî połayî dirustikirdin ke twanay hebê xoy řagřê leber mencenîqî ẍem û tîrî agirînî nahumêdî, eger çî nabête hoy şadî, lanî kem ẍirûrêkî pyawaney têdaye.

daxêk û sed mexabin. çend besakarî, çend be’asanî naçarîn milkeçî beserhat bîn! mirdinîş xoy milkeçîye bo dwayî hatnî hemû şitêk bê ewey cêgayek bê xoy lê şarêtewe, ya řêgayek ke destî mirdin neygatê. katî nehatnî hatuwe û ême bedestî piř çepik gułî sûrewe leser řêbazî danîştûyn. hake hat. hat û bebzeyek mujdey beharî pê řageyandîn. řojawa be’asoy zerdîyewe leber çawman ebête řojhełat û hezar xoretaw hełdê, bê ewe taqe yekêkîşyan tînê bida be leş.

dêtewe bîrit ke pêt şořkirdibowe bo naw çomîlkeyek û masî biçûk ke le tirsî qûłî û řeşî gom hatbûneber xoretawî kenarî çom, demî lûsyan bejêr pêta ehêna û xitîlkeyan eday. serit kirdote ser serînî sewzey taze û taze hełçû û xoretaw hemû mîhrebanî xoy kirdote pêşkeşî leşî germa xwazit yawêk le çawî bestirawetewe ebête mîwanî diłî diławat. zerdexeney wek kołke zêřîne têtewe epêçrê. dengî zengî dûre destî hezar karwanî řoştû bot ebête layelaye û tasey xewêkî xoş demarî leşt şil eka. le cîhanêka ke ne xewe, ne bêdarî xişpey kirasêkî kiçane ebîstê û bonî mêxekî berok û ’etrî leşî zîndûy xoşewîsteket muçřikêkî oxey exate ser hestit. bê ewe nyazit be wişew lêw û deng hebê, belêdanî dił pêy ełêy xoşim ewêy. xakî jyanawî, tûtřikî kêwî, bonî xoşî şinebayek ke dwênê şew mîwanî şilêrecařî kwêstan buwe, piřit eken le gyan, le hîwa, le jyan. xewbînîn le bêdarîya! axo gelî de biraderan, jyan her xewbînînêkî dûr û dirêj nîye ke şeqjinî tałî mirdin lew xewne řaman eçłekênê.

bedaxewe tenanet xewbînînîş qinyatî heta ser naka. etewê bexeberbî. beçawî waławe seyrî dewrupşitit bikey. etewê behemû leş diłnyabî ke xewneket řaste. hawar bo to. ew destey wa dirêjî ekey, taray xeyałî û xew leser řwałetî bûkî hîwa labdey, lêt ebête bîwrêk ke řîşey awatit ebřê. îtir ne naw emênê ne sewze û pelkezêřîne. masîye wirdîlekan le tirsî hewrî reş penayan birdotewe berqûłayî. tezûyekî sard. mêrûle bepêstî hogrî germat eka.«dunyat lê ebête çermî çoleke.» toy û tenyayî. toy û xem û tem leber xotewe ełêy biřayewe. hemû şit tewaw bû. birya wa bwaye wek to ełêy, birya dwayî hemû şit bwaye. bełam behełe çûy. tenya xoşîye biřawetewe. naxoşî û tałî û zibrî seretayetî. ebî bemelêkî peřewazey hêlane lêşêwaw. ser hemû likî darêk lêt ebête telesmêk. hemû baz û şimqař û kolareyek le řaw kirdinit egeřên. tole tenyayî û tarîkî bê biřaneweta wişey bał û sêberî tirsêneryan ebîstî û ebînî. ta katê dêye ser em biřwaye ke mirdin wek ełên dizêw nîye. bîrî mirdin, bîrî penabirdin bo sinûrêk ke aramî û ḧesanewey heta hetaye, bê dengî û bê řengî řûte, bot ebête amanc. to mil keç ekey bo mirdin cige le wergirtinî řasteqîne û dwayîtrîn řasteqîney jyan hîçî tir nîye.

legeł eweşa, ba nełêm ewîn bêhûdeye, ba nawî bênim şîrîntirîn berî darî jyan. darêk ke eger towî bikewête dem bayekî serşêt û le şorekata biřwê, ebête jeqnemût û eger le zewîyekî bepêz û pîta şîn bê, berî sêwe lasûre dênê. bełam ewîn zortir lew diłaneda aram egrê ke tan û poyan le xew û xeyał pêkhatuwe, zirme û xirmey pê û çek le kwê û cîhanî nerim û nyanî ewîn le kwê?

le dwayî bernamekeda wełamî gwêgrêkî beřêz edemewe ke nûsîwyetî:

«wêjerî beşî wêjeyî řadyo mehabad bebaşî şî’ir naxwênêtewe». bo nimûne nûsîwyetî ełê:«le xwêndinewey parçe şî’rêkî goranî nemra tûşî çend hełeyek hatuwe û xwêndûyetewe»:

:kurdistan geřam

:doław doł pêwam

:ne le şar û ne le dê

:nemdî kes wek to cwan bê

:toyt û bes

 

paşan mûsîqay nêwan dû pişû hatuwe û paş mûsîqayeke, wêjer destî kirdotewe bexwêndinewey paşmawey şî’reke:

:kiçe kurdê wek guł wa bê

:kurdistanî pê awa bê

:...

 

bełê gwêgrî beřêz, em çeşne xwêndineweye hełeye. ebû paş «toyt û bes» řanewestê û dwayîyekey bixiwênêtewe, çunku eger wehay nexwêndibêtewe şî’rekey mamostay têkdawe, bê manay kirduwe. hîwadarîn wêjerî beşî wêjeyî zortir wird bêtewe. herweha le cîlwey şanoşa wêjer wek gwêgrî beřêzman nûsîwye tûşî hełe buwe û xwêndûyetewe:«besozî teşwîqî meta’îbî guzeran»û çeşnêkî eda kirduwe ke manay şî’reke bem çeşne berçaw bikewêt ke besozî teşwîqî mûsîqa naxoşî û te’b řaburdin û laçûn...

le katêka manakey eme nîye û bem coreye:

:besozî teşwîqî

:meta’îbî guzeran

:hêwaş hêwaş etkêtewe derûnî nîsyanêk

:ke remzî lezzete

:mîftaḧe bo telsîmî jyan jyanî însanêk...!

 

wate besozî teşwîqî mûsîqake, te’ebê ke le pêşa beser pyawa hatuwe lebîr eçêtewe.

tikam lem gwêgre emeye eger hełeyek lebername kurdîyekanî řadyo mehabada bedî eken, ya bo karbedestanî řadyoy mehabad binûsin, ya bo taran benawnîşanî: «cade pihliwî - bilwar canispar- birnamey xarcî - şuray nwîsnidigan kirdî» binûsin. diłnya bin ême awatman emeye bernamekeman kemayetî û hełey têda nebê û bespasewe gwê egrîn bo gişt řexne û řênwênîyek ke lelayen gwêgrekanmanewe bê.