tamî tałî bezîn

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 6 minutes  977 views

bełê her çî bû ewende bû ke hat û wirdeyek mayewe û têpeřî; çeşnî sêberî şew ke leber nêzey ałtûnî şazadey beyan řa eka, ya zerdey nîweřengî hetaw leser lûtkey kêw ke be bizeyekewe ke to hergîz bot dernakewê, bizey bezeyîye, qeşmerîye, ya xo maławayî, awa ebê û toy biřwankar her ewende emênêtewe ke danîşî û bîr bikeyewe axo lewdîw sinûrî xorawa hetaw çî eka? ser le kam guł û gya eda? beser kam deryay kasa piřşing edatewe û le xew řay’eçłekênê?

bełam daxêk û sed mexabin, gelo, gelî demaceraye! emřo minim û hewałî hemîşeyîm, gerimtir le hemîşe destemlanim buwe û her ełêy le diłma lêdane, le xwênma bizûtne, le ser çawim dû tinokî qetîs mawî firmêske, bexem ełêm birader. xemê wek řojêkî zerdî payîzî berew zistan le gełma yek małe û bê cyawazî. to biłêy biray hawpiştim nebê?! êste bimbûre ke guł û estêrey hełgirtin û twanam le ber çexmaxey hewrî bebařiştî xefet leber řehêłey giryan paş birûskey êş û azar ser řêj eka û wişkaroy zerdî řuxsar û dawênim eka bezong û zel! bibûre ke naçarim řûgem wegwêzim û bezarawêkî ałtir û jarawîtir le jeqnemût biłêm ewîn bêhûdeye. bêhûdeye lem serdemeda ke xirîngey pûłî wird cêgay şimşałî şwanî ewîndarî girtotewe şwên perîyekî sipî poş efsaneyî kewm ke nawî le peřawe konekana ewîn nûsrawe.

řojêk bû emgut ewîn watey jyane, ewîn beyane, ewîn hemû şitêkî însane. emgut ba bikujêtewe çołe çiray řeng bizřikawî hetaw, eger xul û geřanî xor bo nyayiş û le dewrgeřanî xway ewîn nebê. emkut koyletim ewîn, hertom hebê xûnkarim. tom řênwên bî řizgarim! ba biłêm emřo çonim. bimbûre ke dême deng wek qamîşełanî dembay sardî êwarane. le her demarêkmewe newayekî xem û matem hełdestê. kutim ebim beberdî jêr gom, bê hest û xust da’ekewm. ebim be şûrey poła ba qełmaskey agirînî xem nemřûşênî û nemşemzênê. ba eger serim bê şore û diłim bê hîwa, lanî kem şayîm bexom hebê ke pyawim, nebez û řawestawim. řaste ke lêqewmaw û damawim? bełam ne wizem berdawe û ne fewtawim. ebînî birader xo firîwdan gahê pêwîste bo ewey natewê pê le mirdinî xot binêy û ser dabnewênî, bo ewe ke hengawê wa hełtigrit û westay hengawî dwayî bû û lemewbedwa herçende řê bibřî, hewraz û lêj bipêwî, xot şeket û mandû key, her le dewrî xot esûřêy û gêj ebî. çeşnî mêrûley naw goy bilûr deretanit namênê. naçarî em řasteqîneye ke wek dawî całcałoke dest û pê û hest û gyanit exate naw kemendewe wergirî. hawar le min ke milkeçkirdin bo dwayî hatin her merge tałekeye wa lêy etirsayn.

le nêwan hîwa biřan û wergirtin û hemwarkirdinî hîwabřawîya betałîyek, doł û şîwêk heye ke pyaw katê eygatê, hem le sama lingî elerzê û hem xoy naçar ebînê ke boy biřwanê. wek kesêk ke leser hełdêrêkî berz westabê û byewê xoy bixate xwarewe, ne etwanê bigeřêtewe û ne lêy ebřê biçête pêşewe. bełam herçî heye em sinûre ke le hewdayekî hawrîşmîn barîktire, tenha cêgayeke ke mirov derfetî heye bîrî tya bikatewe. bîrî ewey ke hat û têpeřî, ewey ke le naxî dołekeda beserî dê û min lem sinûre le gełta edwêm. ey biraderê ke xomî ya awêney xomî! we emeye ke bedłima dê û dête ser pênûsim.

dêtewe bîrit ke pêt dakêşawete naw řûbarêkî biçûk û řûn û masî biçûkî ser pişt řeşî ber zig zerd le samî tarîkî qûłayî naweřastî řûbareke hatûne kenarî tenk û taw têzaw û bedemî lûsyan berepêt xitîlke eden, toş serit nawete ser serînî sewzełanî řû le hełçûn û şilk û xoretaw behemû mîhrebanî xoyewe řûmetit elawênêtewe. yadêk pê enête ser gilêney çawî nîwe xewtût. pelke zêřîne bizey bêřeng û nadyar, karwanê ke dengî zengî wiştirî pêşengî le gwêta ezrîngêtewe, kîjołeyek ke le penate da’enîşê, to le cîhanî xewn û xeyała berxe mamzî xincîlanet besirkî û siłîyeka, beřwanînî germî nîw nîgaya, be şineyekî fênk û bon xoş ke be dawênî kirasî mûnsî şagułî leşî eypirjênête naxî demaxta, enasîyewe û bê yarmetî ziman û wişe û deng pêy ełêy xoşim ewêy. giłî zîndû, tûtřikî kêwî û ’etrî ew ba nerim û nyane ke mest û serxoş le mîwanî şilêrecař egeřêtewe. emeye xew bînînî to. bełam daxî giranim, to bexew bînîn qena’et nakey. etewê herçî le xewa ebînî, le bexeberîya bitbê. des dirêj ekey ta perdey tarmayî ladey. beherdû des çaw egłofî û xewn û xeyał etarênî. paşan des egêřî ta dawênî ewînit bigrî û berî nedey, keçî destit bêhûde heway betał epşikinê. to wek pepûley hawrîşim etewê le talarî řengawřengî tanupot bêye der! bełam le derewe cigele zibrî û řengî xołemêşî hîçî tir nîye. to ew kate ezanî ke hey dad û bêdad çît beser hat. îtir ne hetaw mawe, ne diłdar ke kezî şořî etgut pirçî gułebeřojeye. etewê bigrî. le kawlî tenyayîta bigrî. hewa tezûy sarde û leşt etezênê. bizey bêřengî hetaw û masî biçûkî kenarî hetawgir le tirsî hewrî řeş tarawin. hewr benermî û pyawane egrî û to tenanet tinokêkit firmêsk bo nemawetewe ke beser agirî derûnta bîpjênî. wergirtin û milkeçkirdin řêgat lê egrê. daxî giranim ke milkeçkirdin û wergirtin her ew merge tałeye ke lêy etirsay.