pêtřos dûryanî nemir

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 6 minutes  920 views

siławêkî betîn le naxî diłewe pêşkeş begwêgrî hogrî huner. behîwayn bernameketan bedił bê. lem bernamey emcaremanda basî şa’îrêkî here gewrey ermenîtan bo ekeyn û le seretada wergêřawî şî’rêkî ew şa’îretan bo exwênînewe, tikaye gwê bigirin:

:eger dêwî dizêwî mirdin,

:bepêkenînî naḧezî hemîşeyîyewe

:beserma bida

:gyan û diłî piř xemim le naw biçê

:wa mezanin min mirdûm, min zîndûm!

:eger çiray jînim leser serînî seremergim

:piřşingî sardî dwayî bida û dwa tirîfey bê

:wa mezanin min mirdûm, min zîndûm!

:eger zengî kilîsa, bangewazî mergim bika

:’ifrîtî kirdin beqaqa bikewête şwên termî sardusiřim

:wa mezanin min mirdûm, min zîndûm!

:eger pyawanî nizakar û

:jinanî şîngêř û řû dapoşîw

:le dway dare termim piřmey giryanyan bê

:û darî ’ûd bisûtênin

:wa mezanin min mirdûm, min zîndûm!

:eger be’esrîn û firmêskî çawî kejałî dezgîranim

:be’awî çawî kesukar û dost û hevałim

:kêlî gořim bixûsê

:wa mezanin min mirdûm, min zîndûm!

:bełam eger gořî min bê nawnîşan

:le goşeyekî em cîhane paneda dakewê

:û bîrewerîm le yadî xełka bê řeng bê

:ax... ew kateye ke min emirim!

 

çepke şî’rêk bû le gułzarî hestî pêtřos dûryan ke sed sał le mirdinî tê’epeřê û bewatey xoy hêşta zînduwe, çunke gořî, řûgey lawanî diłpakî ermenîye û bîrewerîyekanî le yadî xełka řoj bo řoj geştir û beřengitir ebê. dûryan sałî 1851y mîladî le geřekî eskîwtarî şarî «estembûł» le dayk buwe û hêşta gułêk le hezar gułî jyanî nepşikûtbû ke gijebay merg têkyewe pêça û řaymałî. dûryan 21 sał pitir nejya û sałî 1872y mîladî benexoşî azare barîke çawî meynetkêş û dûrbînî le cîhanî bê beynet poşî. bawkî «pêtřos dûryan» asnigerêkî hejar bû. leber’eme şa’îrî ermenî le minałîyewe, řwałetî tirsêner û dizêwî hejarî û birsîyetî nasî, bełam legeł eweşa ke yarmetî bawkî eda û naçar bû bo peydakirdinî bijêwî xêzanekey kar bika, twanî le sałî 1867da xwêndinî nawendî tewaw bika. dûryan bo beřê birdinî xêzaneke ke benexoşî daykî û pîrbûnî bawkî hemû qursayîyekî kewtibuwe serşanî ew, destî da karî corbecor. maweyek kirêkarî kird. paşan le çapxaneyeka xerîk bû. maweyek beşagirdî çuwe lay pizîşkêkî dewasaz, paşan herçend mangêk le şwênêka xerîkî karkirdin bû. ḧîsabdarî, seřafî, mamostayî qutabxane, wergêřî, neqşigêřî ti’atir, biřêk bûn lew karane ke «pêtřos dûryan» kirdinî bepîşe.

coşşî hestî şa’îrane le nîhadî pêtřos dûryanî taze genicda le hełqułînî kanîyekî jêr gaşeberdêkî zil eçû ke behîç barêk řêgay nebû bo zerye û zê û nedezandira ke ew awe řûne pake le wişkaroy deştêkî qaqiř û le jêr leşî qurs û řeqî ew gaşeberdeda çon ecoşê û binawanî egatewe kam řûbarî xuroşan! jyanî minałî dûryan cige le dûpatekirdinewey şewan û řojanî řeş û sard û piř meynet hîçî tir nebuwe. ey em hemû cwanîye, em hemû gułzar û behare le derûnî pêtřos dûryanda pişkûtûy kam henasey mesîḧayîye?!

dûryan le sêzde sałya destî kird beşî’ir kutin û çend numayşinamey nûsî ke hatne ser şano û nawbangî be wiłata biław bowe, bełam karbedestanî ti’atir le gencî û atacî dûryan besûdî xoyan kełk wer’egirt û zoryan bo ehêna. lew serdemaneda bû ke numayşiname here benirxekanî xoy nûsî, wek «ardaşîsî serkewtû» û «řûxanî binemałey eşkanî» û «gułî sûr û swêsne» û «xakî řeş». hemû em numayşinameyane le layen xełkewe bebaşî wergîran û bûne hoy nawbang û xoşewîstî pêtřos dûryan. bełam cergî zamar û hestî bekem gîraw û diłî şikawî dûryan bem serkewtane nehatewe serxo. hejarî û deskurtî le layekewe û le layekî tirewe sitemî netewayetî ke leser ermenîyekanî ew katey serdemî ’usmanî hebû, berz û nizmî bê biřanewey jyan, ewendeyan şa’îrî behestî ermenî şeket kird ke sałî 1871 azarî sîlî girt û le cêga kewt. sałêk legeł dêwî załî mirdin destewyexe bû, paşan le temenî 21 sałîya û paş temenêkî kurt û piř meynet, bełam bepît û bereket dwa henasey hełkêşa û gyanî bû be pepûley bał zêřînî gułzarî ewîn û cwanî.

sereřay temenî kurt û kem xayen, pêtřos dûryan çen şakarî gewrey le wêjey ermenîya xułqanduwe ke birîtîn le 9 meqale, 15 name, şî’rêkî dirêjî şîwenî, 13 numayşiname û 41 parçe şî’ir. em şwênewarane wek gułêkî hemîşe behar le gułistanî wêjey ermenya emênnewe û hergîz sîs bûn û jakanyan besera naye. şwênewarî ew şa’îre çen car le estembûł, beyřût, êrewan, wiyen, bako, wênîz, nyoyork û ḧełba le çap dirawe. «sembat panosyan» hełsengênerî ermenî sebaret bedûryanî şa’îr enûsê: «le naw asmanî temgirtûy wêjey konî ermenîya. şî’rekanî pêtřos dûryan ełêy pelke zêřîneyekî hemîşeyîn». bełê gwêgrî beřêz, bem çeşne serpencey huner, zeman û kat eka bedîlî koşşî załî xoy û mirdinî leş behoy destî ’îsay hunerewe ebête herman û jyanî hemîşeyî bo gyan. legeł pêtřos dûryan dûpatey ekeynewe, eger esrîn û firmêskî çawî kejałî dezgîranim û awî çawî xizim û kesukar û hevałanim kêlî gořekem bixûsênin wa mezanin ke mirdûm, katê emirim ke gořim nenasraw bê û yadim le derûnî xełka nemênê.

paş sed sał emřo entiropolojîstêkî here gewrey ermenî le êrewan, xerîkî dařiştinî peykerî ew şa’îreye.

řastî mirdin parûy gewrey pê qurit nadrê. pyawanî mezin begerûy tengî mergida naçin. merg bo ewan xewêkî xoşî ebedîye û geştêke le esîrî leşewe bo azadî gyan.

ta ḧewtey dahatû xwatan legeł.

şewtan xoş.