şî’rî baş kameye?

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 7 minutes  1739 views

selam le gwêgrî behestî bernamey tapo. zor car em pirsyareman lê kirawe ke şî’rî baş be kame şî’ir ełên. hełbet ême wełamî em pirsyareman zor car dawetewe û beçeşnêkî giştî řûnman kirdotewe ke hunerî baş be çi hunerêk ekutrê. ewey wa ême lem barewe dermanbiřîwe biřway xoman buwe; bełam kotayîşman nekirduwe le biławkirdinewe û nûsînî biřway corbecor sebaret behuner. hendêk hen ke ełên şî’ir û wêje ke beşêke le huner, kełkî nîye û qazancêk bekomeł nageyenê û tenanet bergirî le pêşkewtinîşî eka. ême le bername pêşekana kutûmane ke em biřwaye çon peyda buwe. tenanet taqmêkî zorîş le zanayan hen ke dijî şî’ir û wêjen, bełam eguncê hemû em dijayetîyane lemewe peyda bûbin ke zor bewrdî seyrî pêşîne û erkî huner nekirawe. mîsdaq û mefhûmî huner zor car yektir nagirnewe. wate serinc nedrawete em mebeste ke huner xułqawî wîst û nyazî komełî seretayî ademîzad buwe û gewretrîn yarmetî dawe beberey ademîzad û herwehaş katê hełbest û nûsrawêkî bê kełk ke bedaxewe le wêjeda nimûneyan zore û řenge zorbeş bin, berçaw kewtuwe bem akame geyştûn ke şî’ir û wêje bê kełke. belêkdaneweyekî tir her kat mîsdaqî şî’ir xirap buwe, ḧukim bexrap bûn û bê kełkî mefhûmî şî’ir dirawe. kutman ke bedaxewe şî’rî bê kełk zorbey şî’re. emeş hoy taybetî heye. çunke çînî hełbijarde, wate îlît elite (hełbet hełbijarde le barî zyadebeşî abûrî û desełatewe) sûdyan lemeda nebuwe ke şî’ir erkî komełayetî leser şan bê û bo ewan baştir bû ke şî’ir lecyatî handan û bizwandin, sistî û westan bigeyenê. taqmêkî tirîş hebûn ke layan wabuwe şî’ir zîl û beme û aheng û wişey cwan cige le lawandinewey perdey dił û gwê bekarî şitî tir naye. emane çi sûrê’alîst bin, çi layengirî řomanî nwê, çi dada’îst û çi taqmî «huner bo huner», hemûyan ekirê le jêr em naweda ko bikeynewe; layengiranî qalb û dîwî derewe. ême legeł eweşa ezanîn aheng û wişey cwan û řazandinewey řwałetî witar, beşêkî giring û hêjaye le şî’ra; bełam wesîleye nek amanc. mebestî esłî le şî’ra naweřok û kakłe ne řwałet û twêkił. şî’rî fennî û mamostayane emeye ke naweřokêkî bekełkî hebê le naw qalbêkî cwan û řazaweda û ahengî taybetî xoyşî dozîbêtewe. ahengî taybet şitêkî şyawî lê wirdibûneweye, çunke her şî’rêk bepêy muḧtewa û watey xoy ahengêkî taybet exwazê û bo ahengî taybetîş wişey taybetî gereke. bo nimûne şî’rêkî netewayetî û hander ke eyewê demarî gel peristî behêz ka, ebê ahengêkî ḧemasî hebê û wişey taybetî bo hełbijêrî. wek em nîwe şî’re ke ełê: «pê û çek zirmeyane û xirme.» ahengî em nîwe şî’re nermunyan û ewîndarane nîye û zortir le mařşêkî sipayî eçê û wişekanîş lawênerewe û nerim nîn. bełku řapeřêner û handerin. baseke basî pêye û çek ke zirme û xirmeyan dê. herwehaş naweřok û mefhûmî ẍeřamî û ewîndarane ya wateyek ke le barey tebî’et û cwanîyewe edwê pêtewîstî bo ahengêkî lawênerewe û nermunyan heye û wişekanîşî ebê legeł ahengekeda yek bigrêtewe. wek em şî’re:

:bełê way eto,

:wek zirêbarî bin xêwetî mangeşew

:be mendî şikodar û gewre û giranî

:bełam pêkene, to perîzadî gułxenderanî.

 

lem şî’reda wişey zirêbar û xêwetî mangeşew û perîzadî gułxenderan hatûn ke hemû wişey nerim û ewîn bizwênin. bełam kakił le şî’ra - ke belay êmewe mebestî esłîye - etwanê dû cor bê: yekem kakłêkî ewto ke kełkî komełayetî lê wernagîrê. wate basêk le şî’ra dête goř ke ya zyanî zorbey komełî têdaye ya mebestêkî şexsî û takî têda hatuwe ke natenêtewe bo mebestêkî giştî. wek basî ewînêkî eşřafî û hełdanî şewêkî xoş řabwardin, bê ewe awřêk bo xełkî asayî dirabêtewe. dûhem kakłêk ke kełkî komełayetî têda heye. em mefhûme şî’rîyane dû çeşnin, ya çeşnêkin ke qalb û wişeyekî sakar û nizîk le duwanî řojaney xełkyan heye, ya qalb û dîwî dereweyan kemêk řeq û dijware û wişe û te’bîrî řazawe û fennî û dûr le wituwêjî xełkyan têda bekar birawe. sebaret bem dû çeşne, dû biřway cyawaz heye: yekemyan ełê şî’ir pêş hemû şit û pêş ewe ke witarêkî wêjewanane û cwan bê, pêwîste kereseyek bê bo bizwandin û têgeyandin. ca eger qałbî witareke ewende řeq bê û wişey ewende terîk û te’bîr û lêkdanewey piř pêç û qemçî têda hatbê ke zorbey komeł netwanê kełkî lê wergirê, cyawazî çîye legeł şî’rêka ke naweřokêkî dijî komełî heye. hendêkî tirîş ełên şî’ir eger ewende sakar bê ke ta řadey witarî asayî nêwan xełkî geřek û kołan nizim bêtewe, nabête şî’ir; çunke şî’ir ebê řengî ’atîfey lê bidrê û legeł zanista cyawazî hebê. bo nimûne basî pyawêkî birsî, ya minałêkî bê dayk, ya dîmenî řêgawbanêkî katî payîz nabê le şî’ra weha bikirê ke le zanista ekirê.

lêkdanewey xełkî asayî û duwanî řojaneyan çeşnêkî sakare le zanist û şî’ir. şa’îr em çeşne sakare zanistîye le kargay ’atîfey şa’îraneyda beřeng û řwałetêkî tara besera kişaw eřazênêtewe û naçar kem û zor le wizey deskurtî xełk dûr ekewêtewe. ew taqme ełên şa’îr nabê naçar bikirê ke wek xełk bibînê û le řwangey xełkewe biřwanête ser mebest. şa’îr naçarîyekey her ebê lemeda bê ke besûdî ew xełke bîr bikatewe û mebestekanî weha nebin ke zyanî gelyan têda bê. layengiranî em biřwaye ke ełên şî’ir eger naweřokî komełayetî hebû, ba dîwî derewe û fořmî şî’rekeş dûr bê le duwanî řojaney xełk, her hunere û hunerêkî kolêktîvîşe. ełên şa’îr hunerêkî ’atîfî exułqênê û ’atîfe, yanî řûbeřûbûnî muḧeřîkatî xarîcî û lêkdanewey derûnî, yanî awêtebûnî zanist ke şitêkî negořawe û belay hemû kesewe her yek çeşne legeł řî’eksyon û ’eksul’emelî ’atîfî ke le her nîhad û derûnêka cyawazî heye legeł nîhad û derûnêkî tir; leber’emeye ke le herkes bipirsê dû dû eka çend ełê eka çwar. bełam biřway dû kes sebaret becwanî, ke basêke le herêmî hunera wek yek nîye. yekêk çawêkî geş û řeşî pê cwane, ewî tir çawêkî nîwexewî şînî xoş ewê.

ta bernameyekî tir bexwatan espêrîn. şewtan baş.