nasorî derûn
siławî germ û beguł, serçawey le kangay dił, pêşkeş begwêgrî hogrî hêja.
le bernamey emřoda parçe pexşanêktan pêşkeş ekeyn. hîwadarîn bedłitan bê û pesendî ken.
gelawêj kewtibû. hewa xerîk bû berew sardibûn eçû, betaybet beşewda tewaw sard bû. le cêgakema her em bar û em barim kird; bełam xewm lê nekewt. bayekî sard le dirzî pencerekanewe ehate naw hodekemewe. yekê le şûşey pencerekan şika bû. kute řojnameyekyan behewîr pêwe nûsandibû ke berî serma bigrê, bełam kute řojnameke diřabû. bayeke katê lêy eda etkut dengî dûzeleyekî şikawe belay lêwî minałêkî naşarezawe wîze wîzî dê. min lew kateda zyatir le dwazde sał temenim nebû û lew dîwexane zileda ke tenya beçrayekî ḧewt nimrey payedar ke le naw taqey şanşînekeda egřa řûnak ebowe, hestim ekird zor betenham. lew temeneda derûnî minał bîrewerîyekî way têda ko nebotewe ke le tenhayîya pêyewe xerîk bê. minał eyewê fêr bê. eyewê le naw ḧeşîmeta bijî. min ew şewe betenya bûm û xewîş behajey baw wîjey řojnamekewe le çawim tara bû.
leber heywanî dîwexan çen kêşkiçî wirya bûn. giřî awrê wa kirdibûyanewe û ḧewt coş û kitrî çayan belawe nabû, minî bang ekird. hestam xom poşte kirdewe. her le tarîkîya destim kuta û kewłekem dozîyewe û beser şanmida da û le hodeke derkewtim. geyştime lay pyawekan û pêş hemû şit destim be’agireke řadaşt.
dû law bûn û pîrêk. pîreke nawî eḧmede cenge bû. tifengêkî sê tîrî le lay destîyewe dana bû. beçawpêkewtinî min hesta û bê ewe hîç biłê destî girtim û lay agireke leser beřeyekî kon daynam û paşan çawî biřyewe giřî agireke. çirç û loçî demuçawî pyawaney leber piřşingî agireke qûłtir û besamtir ehate berçaw. berzayîy lêw û gona û lûtî řûn û sûr bû, bełam ew cêgayaney wa kewtibuwe jêr sêberî gincî demuçawyewe, tarîkî enwand. nazanim çon bû kutupiř, bedłima hat em demuçawe ke ne bizeyek eygirê û ne bepejareyek têk eçê ełêy mile kêwêkî bebask û banuwe ke taze xorî berbeyanî lêdabê. ser baskekanî řûnake û naw doł û şîwekanî, êsta her bûmelêł û tepumje. ebû, qiseyek bikem, çunke min le tenyayî řamkirdibû. kutim: «çayîyeketan amadeye?» destêk begurcî ḧewt coşe qursekey hełgirt û quroşkeyekî tenekey piř kird le çayîyekî řeş û dû kuło qendî le jêrpyałeke xist. yekê le kêşkiçîye gencekan hesta xoy tekand û be bay destî çayîyekey min piř bû le xołemêş, kutî: «mam eḧmed pêt çone dewrêkî dî bidem.» mam eḧmed etkut qiř û qipî kirduwe, bê ewe hîç biłê tifengekey bo dirêj kird. laweke werî girt û beşanya kird û le lêjî berew heywaneke çuwe xwarewe.
pirsîm: «mam eḧmed temenit çend sał ebê?» bedengêkî nerim û pyawanewe kutî: nizîkî şêst.» qełaşkarî ser agireke nîwey sûtabû. qirçeyekî kird û bû be dû kutewe. mam eḧmed serebzûtekanî leser yek hełçinî û be likî mêzerekey geşandyewe û giřî têberdan. agirî damirkaw dîsanewe biłêsey hat. mam eḧmed lepî destî beyeka sû û dengî beyeka xişanî, destî etkut dengî dû berde zûreye ke leyek edrên. cige le dewruberî ême hemû cêgayek tarîk bû. kołanî dê, deştî pişt awayî û çyayekî berz lewpeřî deştekewe lûtkey le tarîkayîy asmana gum bibû. mam eḧmed besoze destî pê kird be beytî swaro:
:ho ho swaro
:swarekey le min betenê
:...
bekuł gwêm lew denge girtibû ke le gerûyekî pîr ehate der. wirde wirde hestim kird dengî mam eḧmed cadûm eka. dengêk ke xemî şêst sał çewsanewey têda bû û pejarey temenî piř meynet wek pirêskey řebenî ew şar û em dê geřaw, çeşnî nandênî şwanî birsî ekirayewe. min ew kate nemdezanî eger kurd goranî lê bistênîyewe, eger mawey nedey wîzey baw û balore û beytî bê, jyanî çende ḧesteme. ew kate nemdezanî emane ke beser zimanî kurda dê û pêy ełên beyt, ew fuwe sêḧrawîyeye ke le gerûy şimşałî şwan û deştewanî kurdewe dête der, birînêke ke edřê û aramî leşî sizakêşyetî.
ew şewe mam eḧmed besoze destî pê kird, bełam beytî swaro le nîweya bû behawarî diłî xoy. berz bowe, beriztir bowe. leşî sardî awayî axnî. gwêy kipî deştî piř kird û belûtkey çyada hełgeřa berew asman, berew ew cêgaye ke çarenûsî lê dyarî ekirê û beşî bextewerî û kułołî lê dabeş ekirê. diłopê giryanim le serçawey çawî mam eḧmed bedî kird ke lûzewî best berew çirçî ser gonay û geyşte ser yexey mirad xanî ta dîsanewe le deryay piř şepolî ser diłya damirkêtewe. nemzanî hełoy pîrî awayîyekeman boç egrî. axo hejarî û leş bebarî ya jêr çepokî û řenc bexesarî, hoy ew giryaneye? mam eḧmed hestî kird ke giryanî ew řenge hezar cor pirsyar le diłma zîndû katewe, řenge řwanînî gêjaney min lew kateda mam eḧmedî têgeyandibê ke pêwîste qise bika û pêm biłê boç egrî. bedesrey ber xencerekey, çawî be’esrînî siřî û le katêka hêşta pengawî giryan berî goncey gerûy girtibû, kutî: «le awayîya ełên eḧmed cenge hergîz pênakenê, eme řaste, bełam ta êste kesîş neydîwe min bigrîm, tenanet katê ke termî kuřekeşim berew goř ebra negryam.» hestim kird ebê diłxoşî bidemewe, bełam nemzanî bo kam kostî kewtû? baştir bû bê deng bim. swaro neşterêk bû ke kwanekey diřîbû û esrîn awêk bû ke agirî derûnî ewî damirkandibû. beyan bû, min xewm ehat. hestam ke biřom. kutî: «biřwane kuřim jyan bem çeşneye; taze le toda çiro eda, le ’ezîzî kêşkiçîda xoy dadeřêjê û dête ber û le minîşa gełařêzan eka û paşan...»
serî daxsitewe û çawî biřîye agireke. mang derkewtibû. ’ezîzî kêşkiçî betfengekeyewe le naw awayî egeřawe û le jêr lêwewe wîrey ehat.
mangeşew xoşe mang leser małan.