le xermanî emel mêrûy ’emel cezbî nekird danê
xermanî emel
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
1 minutes
724 views
le xermanî emel mêrûy ’emel cezbî nekird danê
le zeyqetxaneda tirsim heye axirserî danê
dełên cerdey ecel řêga be karwanî nefes degrê
şeqamî sîne debřê bo meta’î dîde deřwanê
terîdey nefis û şeytan qafłey ta’atî ẍaret kird
eger casûsî îmanî nebê dernaçê însanê
terazûy ta’etit lenge heta key em ser ew serte?
be parsengî ḧeya des hełbiře binwaře mîzanê
besî bê ta’etî řûkeş melek seřřafî e’male
muḧessîl neqdî qelb û nařewa nabate dîwanê
ewa berdî ecel hat û le şûşey ’umrî da saqî
be qurbanî pyałey çaweket bim têke fîncanê
ḧeya xo çû le nêw camey ḧeyatî ’arîyet bê’ar
ewe daway deken çibkem ḧerîqPen name řêgey řeca kwanê?