bulbulî dewrî guł û tutîy şekkerişkenim
gencî fikir
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
2 minutes
760 views
bulbulî dewrî guł û tutîy şekkerişkenim
qumrî serwî xeraman û tezeřûy çemenim
bênewa û saḧîbî awazî ḧezînim be newa
şem’î her cem’im û perwaneyî her encumenim
suḧbetî qudsî û seyrî melekûtîm dana
be ’elaqey em û ew hemdemî zaẍ û zeẍenim
lezzetî cennetî řûm dawe be daney xałî
eme îrsî piderîme be piser pêdekenim
mułkî tecrîdî becê hêşt û beheştî dana
êste gîrodeyî xaruxes û darudewenim
beheway awî ḧeyatî dehen û noşî lebî
xidrî zîndeyî serçaweyî çahî zeqenim
hawserî muşkî serî zułfeqetarî nefesim
malkî qafłeyî çînî xeta û xutenim
mecme’î sîne û fîncanî mem û şerbetî dem
xel’etî pare ke zanîwte ẍerîbî wetenim
qendî lêwî tełebî çayye, sa, sirke meke
nek be tałî bidwê xusrewî şîrîn suxenim
wecdî mecnûn le pyałey ẍemî leyla daye
be xeyałî lebî şîrîn, bêstûn heł dekenim
şadî bêganeye, xizmim ẍeme ger mirdîşim
ewe warîs le ḧîsabî ḧeq û goř û kefenim
gencî fîkirî ke lenêw kuncî ẍema dîwetewe
mułkî şadîm heye ta sakînî beytulḧezenim
tîrekey bexetere yarî keman ebro ḧerîqPen name
gerçî ew řosteme elḧeq emnîş řobîtenim