be xeyałî şewî wesiłit xewî hîcranim dî

gewherî me’nî
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 1 minutes  1429 views
be xeyałî şewî wesiłit xewî hîcranim dî
be şemîmî nefest sirweyî ḧîrmanim dî
çawî bîmarit îşaratî şîfa denwênê
le xetî mesḧefî řût ayetî luqmanim dî
seyrî zułifit ke leser agirî řût wêstawe
ḧeyyî bêcane leber çaw û be peymanim dî
be heway ’er’erî qeddit le xeyabanî xeyał
şî’rî berceste wekû serwî xeramanim dî
řuxî newrozî nebû, xêzî xetî matemî girt
řojî îmsak û şewî qedrî ḧebîbanim dî
gewherî me’nî le deryaçeyî dił dênme der
ta le ḧuqqey dehenit le’lî bedexşanim dî
her be awda çû sefîney ẍezelî beḧrî xeyał
lecîyat sudî meta’im zerer û zyanim dî
legenî dîde, fitîley muje û řewẍenî ah
bo şewî wesłî le sed lawe çiraxanim dî
le neway teẍnyeyî bulbulî dewrî gułî řût
le hemû murẍî çemen nałe û efẍanim dî
gewherî nezim û duřî me’nîy lefzî sedefim
birde bazařî nezer muşterî nadanim dî
le qebałey keremî ehlî huner têfkirîm
wekû eş’arî ḧerîqîPen name xetî butłanim dî