4

From the Book:
Las û Xezaɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 14 minutes  860 views

― řaweste bizanim kêy!?

― kuřim hewałêkî giringim bo nebî xan hênawe, ebê her emşo pêy bigeyenim.

― biřo pîrêjin beyanî werewe, xan êsta xewtuwe nakirê xeberî keynewe.

― bełam kuřim hewałeke zor girinke, etirsim kat beser biçê ax.

― bełê bizanim em hewałe çîye!?

― gwêt bêne pêşewe!... ba pêt biłêm...

― eha... zor başe to her lêre řaweste ta min hewał bidem be xan û egeřêmewe.

― em pîrêjne bem şewe lêre çî dekird!? wa dyar bû şitêkî be nîgabaneke gut... neka be řazî êmey zanîbê û byewê be nebî xeber bida. eger wa bê min û merad têda deçîn... wa başe biçme naw ew małe ke wa nebî têdaye... ah... êre zor başe ewe pîrêjneke çuwe jûrewe... ah... ba emnîş biçme naw dałaneke řawestim...

― dey to biłê bizanim to diłnyay ke ew kuře lasî kuřî eḧmed xane!?

― bełê qurban, řaste ke min pîr bûm, bełam awezim baş kar deka, le pişt dergake xom girtibû bem gwêyaney xom bîstim ke pyawe nexoşeke be kuře lawekey egut serwerim.

― eme bełge nîye pîrêjin, bizanim çî tiryan gut?

― gewrem, laweke gutî ke nebî xan eyewê hêrş bikate ser bawkim, bawkîşim xoy amade nekirduwe biřyaryan da ke pyawe nexoşeke berête awayyekî tir we xoşî bigeřêtewe lay eḧmed xan, we em hewałey bidatê. dezanî qurban min xom be kenîzî to dezanim, hełbet nemdetwanî em hewałe be to řanegeyenim. bełê gewrem, min kenîzim... karkerim...

― ah... to leřadebeder zor biłêyî dekey, bełam em hewałeşt bekełk bû, ebê karêk bikem eḧmed xan leser meytî kuřekey danîşê, bełê serî las ebiřim û eynêrmewe be dyarî bo eḧmed xan. axir min û ew dostî le mêjîneyn, her ebê dyaryekî wa başî bo binêrim... ha... ha... ha...

― qurban karêkit be min nîye!?

― ne pîrêjnî ferhadkuş karêkim pêt nîye bigre emeş destixoşanet.

― sipast dekem gewrem, sipast dekem.

***

― êre... zor baş bû, beřastî zor baş bû, em care wa dyare hatmewe, eḧmed xan be dîtnî serî biřawî kuřekey serî lê eşêwê minîş be yek hêrşî kutupiř le nawî ebem... ha... ha... h

― xan eto zor zû le serkewtinî xot diłnya ebî, eme bo pyawî şeřanî baş nîye.

― to!? to lêre çi dekey!?

― meger feramûşt kirduwe min nokerî taybetî tom, her katê bimewê etwanim bême lat.

― ha... ke waye êsta destûr dedem bitgirin.

― em... gewrem ałoz mebe, êre cige le min û to kesî lê nîye.

― e eman na emin xom etkujim... ha bîgre quřweser... ha... h...

― eha emcar bûy be pyaw, were pêşewe were pêştir... na... dyare kemêk le şimşêr serit derdeçê... bełam îtir beste... ha... bigre...

― mołetî mede gewrem bîkuje...

― namerad... na... were destî bibeste ba bîbeyne lay bawkim... dey merad...

― na gewrem... em mare wa baştire zû serî pan kirêtewe, mawe bifermû serî le leşî cya kemewe û ca sere biřawekey ebeyne lay xan...

― na merad çonî pêm gutî wa bike... yałła zûke.

― beser çaw gewrem, beser çaw... dest bêne pêşewe berazî pîs... dest.

― be’edeb be merad be’edeb be.

― dest bêne pîrî lameseb...

― ba dabezîn merad nebî xan zor mandû buwe.

― oh qurban gurgî baran dîtuwe, bemane mandû nabê.

― e merad, to be hîç corê terbyet fêr nebûy, çend car pêm gutî zimanit be qisey naşîrîn pîs meke.

― e bibûre gewrem bibûre.

― min zor mandûm, zorîşim tînuwe.

― lew nizîkane çawe kanîyek heye lewê da’ebezîn bełam be mercê, nebî xan bîrî hełatin le mêşkî xoy derka!

― min bedestî besrawewe bo kwê řadekem

― ke waye lê xuřîn

― zor başe ba lê xuřîn...

eḧmed xan: nebî, min zorim çake bo to hebû, çend car le merg řizgarim kirdî, bełam to emeknenas bûy, leşkirit lê kirdim, pêm biłê nebî leber çî wat kird!?

― min pyawim leberanber pyawîşewe qise ekem to etewê ke êstake esîrî tom, bo diłopê xwên bipařêmewe û daway lêburdin bikem!? na... na xanî mezin na, nebî ew nizmîye qebûł naka, toş çonit pê çake wa bike?

― aferîn nebî aferîn sed aferîn be řastî netirsî, ke wehaye bo merg amade be. merad.

― bełê qurban!

― fermanî min eweye ke nebî le çînî dîwar bigirin, pyawî pyaw mergî pyawaneşî dewê.

― beser çaw gewrem beser çaw.

― destûr bide her kes ke eyewê nebî lem ḧałeda bibînê azade, ba tê bigen pyawî wek nebî gałte be mirdin deka.

― oh sipast dekem xan, pyaw qedrî pyaw ezanê, minîş pêm xoşe řwałetî pyawaney min le seremergîşa dest û pêwendekanî to bitirsênê, we bizanin dujminî gewreyan çi pyawêke!?

― serwerim em careş bîbexşe, min hest ekem peşîman bûbêtewe.

― kuřim peşîman bûnewe le katê wehada yanî tirsan û xwêřîbûn, nebî eger peşîman bêtewe eykujim, çunke pêm şûreyîye dujminêkê tirsenokim hebê, eger peşîmanîş nebûbêtewe her eykujim, çunke pyaw le dujminî aza ebê bitirsê, ca êsta le xoy bipirsîn kuřim, biłê bizanim nebî to kam lem mergane heł debjêrî!?

― mergî pyawane xan.s

― bełam to qurban le herdû ḧałda eykujî eme řewa nîye.

― biřo derewe las dû şêrî pîr baştir lêk tê egen me’telî çî las? biřo derewe.

― beser çaw, bełam toş legeł nebî zor cyawazît nîye.

― ah las, lebîrit neçê çît gut êsta biřo derewe.

― xuday gewre emane çi cor ademîzadêkin? biřwane çon be hełpe serincî nebî eden. bêçare lem ber xoretawe, ta piştênî lenaw dîwardaye. nebî êsta ḧałî çi bê?... na emin natwanim em řwange naḧezem çaw lê bê,... ba biçme pêşewe... tikaye gwê bigirin! egerçî pyaw nabê legeł êwe ke be carê bûn be diřindey kêwî be’edeb qise bika êwe boç lêre ko bûnetewe!? ha eme çi şanazyêkî têdaye ke dujminîkî esîr lem ḧałeda seyr eken? aya hîç kamtan le xotan řa’emînî dest bidate şimşîr û biçne meydanî nebî xan? na... na... êwey tirsenok her leme azan seyrî dujminî damaw biken û pêy pê bikenin, şûreyîye, be řastî şûreyîye êsta êwe gum bin leber çawim.

― me’telî çin? biławey ken yałła...

― nebî xan, emşo çaweřwanî min be dêm azadit dekem.

― ah...h min namewê be dest kuřî dujminim azad

bim, mirdinim la baştire.

― min kuřî şeref û wîjdanim, nebî xan kuřî dujmin nîm, şewê çaweřêm be êsta bedu’a, ta şewê xot řabgire.

― lenaw ew hemû kêşkiçî û nokereda, lawêkî řûbend le řûy çarepoşraw dêt û nebî le çînî dîwar derbihênê û destî hemû pyawekanî min bibestê! ahe serşořîy leme zyatir çon ebê!? meger êwe kew bûn kerwêşk bûn, merad... merad...

― bełê qurban, bełê serwerim fermû.

― meger to mirdibûy? pêm biłê lew kateda le kam cehennem bûy merad!?

― gewrem ew pyawe ke hatbû nebî řizgar kirduwe pyawêkî asayî nebuwe, wek kêşkiçîyekan ełên her le maweyekî kurtida şimşîrî hemûyanî le dest derhênawe, ełên pyawêkî bałaberzî behêz bû, û hîç dengîşî lêwe nehatuwe qurban.

― emane qisey pûçin merad, min destûr edem hemû ew kêşkiçîyane bikujin,... merad biřo bizane le derê çi base!?... ha çibû?

― qurban yekêk le kêşkiçîyekan bû, em desre hewrîyey hênawete xizmetit eygut kabra bem desreye destî ewî bestuwe.

― bêne bizanim...

― fermû qurban, fermû.

― ih... em desreye!?... las!? ehay las?...

― bełê gewrem.

― em desreye denasî kuřim?

― bełê gewrem hî mine. desrey berxencerî mine.

― ekirê pêm biłêy çon buwe be desrey to destî ew pyawe besrawe?

― ew pyawe min bûm! ewî ke nebî řizgar kird min bûm.

― to? boçî? to wełamit nîye bîdeyewe? oh las, xom ezanim çunke lat waye min û nebî cyawazîyman nîye! herdûkman pyawkuj û xwênmijîn, bełam las herçî bê min bawkî tom, merad... merad

― bełê serwerim... bełê

― destî ew bê’emeke bibestewe û bîbe derewe.

― hemûtan biçne derewe hemûtan yałła gûm bin yałła biřon... oh kiłołî û çareřeşî çende be awatewe bûm xuda kuřêkim bidatê, kuřêk le min û le şem leser piştî şêr û êsta ew kuře legeł dujminî min bote hawdest,... bełam, bełam min ezanim ebê çibkem, xom ezanim ebê çî bikem.

― qurban her de keseke amaden, destûr çîye? laseşořîşî le meydane.

― biřoyn merad, emřo gołmezêkî xoşman bedesteweye... biřoyn

― fermû ba biřoyn...

― gwê bigirin, êwe de kes bûn û netantiwanî esîrêk biparêzin, las kuřî min dujminî le bend řizgar kird, ke wehaye pêwîste êwe be têkřayî degeł las beşeř bên, eger bîkujin las be sizay xoy geyştuwe, eger ewîş êwe bikujê, êwe akamî xwêřîyetîy xotan wergirtotewe... dey ca êsta dest pê biken...

― ewane biray minin şimşîr le min nakêşin û emnîş xoynî ewan nařêjim.

― eme destûrî eḧmedxane, ebê beřêwe biçê, yałła... dest pê biken

― werne pêşewe bimkujin, bełam min natankujim.

― to tirsawî las, kuřî ser piştî şêran nabê bitirsê.

― na gewrem min natirsim bełam le birakuştin bêzarim... gay êwe tirsenok bo řizgarbûnî xotan xerîkin min ekujin ha...? baştire ême şeř nekeyn, ba xan hemûman bikujê

― na... destûrî xane ebê beřêwe biçê bigre serwerim...

― ha ke waye naçarim bîkem... ca... ha bîgre...

― ah... h...

― hanê eweş bo to...

― ha eweş beşî to

― aferîn las, sed aferîn

― ha bigre eweş bo to ke diwayn kesî.

― aferîn las... aferîn, las her deyanî le meydan derkird, be destûrî min hem las û hem em kêşkiçîyaney azadin, min le tawanyan xoş bûm.

― lêburdin hî gewreye serwerim, ke wehaye ba biçim em hewałe bidem be las û bîhênme xizmet xanî mezin.

― na merad pêwîst naka bête lam, ew êsta zor ałoze lêy geřê ba tûřeyî û pejarey damirkê, ewcar xom qisey legeł dekem ewe min řoyştim merad.

― fermû qurban las lew katewe îtir kiz û mat bibû, le goşeyeka da’enîşt û bîrî ekirdewe, tenanet le barey cwanî û hełbest û zanistîşewe qisey nedekird, le hawdengekanî kenarey girtibû, lew maweyda eḧmed xan her çî wîstî diłî bihênêtewe cê boy nekira, wirdewrde qaw dakewt ke las çeşne şêtîyekî besera hatuwe, bełam le řastîda weha nebû, las xewnî be kiçêkewe dîbû, û le xewekeda aşqî bibû- leber eme pêy xoş bû betenya bê û bîr lew perîye bikatewe ke şewêk hatbuwe xewî û dergay beheştî baweşî xoy bo awałe kirdibû, paşan le katî řoştinya pêy gûtbû min le kwêstanêkî sersewz û beharawîda ejîm bimdozerewe. las lew katda nizîkey 20 sał temenî bû, û birayekî çarde sałeşî hebû ke zorî xoş dewîst.

― na... hîç sûdî nîye, îtir hîç şitêk xoşim naka... xudaye min be cwanî pîrim, bełam na, nabê hîwabřaw bim, ebê bikewme şwênî, ebê yekcar cwan bê, herwek le xewekema dîtim, bałaberz, kemerbarîke, benaz, dû çawî geş, dû pirçî řeşî awrîşmî, pêkenînêk wek bizey mangeşew... ah kesêk berew êre dê! bo min tenya dîtnî xom bese her etwanim dîtnî ademîzadêk hemwar kem, ewîş xomim, bełam birya tenanet xoşim hewałî xom nebwaye... çende naxoşe...

― ah kuřim emewê qiset legeł bikem.

― zor seyre kuř û bawkêk ewende lêk dûr bin, wa nîye gewrem!?

― o boç kuřim boç, hem seyre hem naxoşe, bełam řołem, ewey wa dûrî eka toy.

― we eweş ke wa hîç gwê nadate wîstî kesêkî tir toy qurban.

― to xwêndewarî kuřim, mawey çend sał serit bem kitêbe peřzerde perpûtaneda girt, bełam jyan kuřim lenaw kitêba nîye kuřim le dereweye, leser em ser zewîye biřwane kuřim biřwane em xoretawe hest dekem, gwêm le dengî em melaneye, tenanet şiney em şemałe leser xoyşe hest dekem emeye jyan, ke wehaye min zîndûm, min zîndûm kuřim, û zîndûş nyazî heye, beme ke fermanî řewa bê.

― hemû kes lê bitirsê, piřbedił naxoşyan bwê, bełam le tirsan be qisey biken... ha? emeye manay nyazî jyan gewrem!?

― pyawî pyaw ebê dost û dujminî hebê kuřim, dostekanî xoşyan bwê û dujminekanî lêy bitirsên, meger netbîstuwe dełên gewreyîy pyaw be jimarey dost û dujminîřa derdekewê?

― bełê serwerim, bełam pyaw etwanê karê bika ke dujminî nebê û hemû kes xoşî bwê.

― be hełe çûy kuřim, be hełe çûy, lew katewe dunya dirust kirawe ademîzadêk nehatuwe ke hîç dujminî nebûbê, meger xwêřî û beřełła û pyawî bêbayex ke ewanîş xoyan dujminî xoyanin, dujminî naw û pile û payey xoyanin, êsta pêm biłê kuřim, eto etewê çibkey.

― eřom babe, eřom bo cêgayekî ke hîç kes nemnasê.

― o las, las meger şêt bûy. bo kwê etewê biçî? axir min tê nagem to çît keme kuřim.

― min ewem keme hêşta nazanim kêm? boç ejîm, hêşta nazanim jyan yanî çî, eçim jyan bidozmewe.

― to be carê awezit têk çuwe kuřim, bo wey nabî pyaw legełit bidwê, xot dezanî çonit pê başe wa bike.

― min namewê bibme hoy nareḧetî to gewrem, bełam naçarim serî xom hełgirim, řenge bextewerî le herêmêkî tir çaweřêy min bê.

― bo her cehenemêk eçî biço, bełam le bîrit neçê las! eto tirsenokî, nawî berzî xanedanî xot pê naparêzrê boye řadekey, îtir qiseyekim nîye las min řoyştim.

― bexêr çî gewrem.

― ey her ew řastî ekird, pyaw natwanê hemû kes le xoy řazî ka dey êsta debê çibkem, tenya řêgam emeye ke biřom berew çarenûs, em hemû çepłeřêzaney boyan dekirdim çend pyawî wird û dirişt aferînyan bo enardim beşanazîmewe hełpeřkêyan dekirde. hemûyan emane le gwêmda ezrîngêtewe... ax...

çî? heray pyawanî şeřanî, ḧîley esp û nałey birîndaran dête ber gwêm, fermanî hêrşî bawkim. xuday gewre wiłat yek parçe ebuwe be temumj be agir û xwên...

― ah.. ev... ev... ha...

― amanyan meden... byankujin... ha leserî minu kewê gencanî bałekî řojî pyawetîye... byankujin...

― na îtir êre cêy min nîye, ebê biřom, her emşo.

***