ewîn
selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo; qisey diłdarî û ewîn hergîz nabřêtewe. wa dyare katê giłî ademîzadyan xoş ekird, awî ewînyan lê pijand ya kiłî ademîzadyan be agirî ewîn hełgîrsand.
ewînî însan, tenya birûskeyekî yezdanîye ke miro ebate lay sertirî baregay firîştey xwawe. ewîn hewênî hest û han û henase û hebûnî însane.
ewînî peredartire lewe ke tenya le nîgay ḧezlêkarya, ya le şor û şoqî beyekgeyştinî pyawêk û afretêka biguncê.
ewîn nefsî jyane; cwanîye, pakîye, xobextkirdne, řenickêşan û legeł derda cûtbûne. tenya le herêmî ewînda em řaze berze yezdanîye manay heye; bijî bo ewîn, bimre bo ewîn... we êste gwêtan le parçe pexşanêk ebê sebaret be ewîn û ew kate kurte bebehre û pîtaney ewîn ke be terazûy zeman û bepêy řwanînî çawî ser, kem xayenin, bełam beçawî dił hemîşen û hemû şitin, toşey hezar sał řêgay behewraz û lêjî jyanin.
emşew zortir le şewanî pêşû tenyam, bonî ẍerîbî piř be hodekem şepol eda, be şûşey pencerey hodekema şořawey baran nerim nerim dête xwarewe. wek pîrepyawêk ke le goşey xełwet û bê dengîya, le êwareyekî zerd û xemawîya bo řencî xesar, bo řojanî řabirdûy behar, bo bûjanewey bîrewerî hezaran yadgar, esrînî xwênbar biřêjê.
xway gewre ademîzadit çon dařiştuwe ke le sîneya bilûrêkî nask be nawî dił ebê xo bigrê leber deryay derd û xem?! leber sewday zor kem?! leber agirî zor û sitem?!
eger ademîzad bem heste naskewe ke le her telêkî be hatuçoy nerim û nyanî henaseyek, hezar neẍmey pejareřêjî dastanbêj hełdestê, bełê, eger le em hemû naskîyeda piştîwanêkî wek ewînî nebwaye, çî ekird?! eger gyanî nemrî «afrodît» pasewanî nebwaye, lem şewezengî jyaneda berew kwê eçû û le kam hełdêrî kiłołîya goř ekira?
çî heye çeşnî ewîn, ke girînekey le pêkenîn gyan pitir bigeşênêtewe û řenc û pejarekey şîrîntir bê le pêgeyştin û şadmanî?!
baran her ebarê, bełam asoy zerd û ałtûnî tacêkî kirdote ser lûtkey çyay elburz. řinûy befrî çen sałe wek gewherî şewçiraẍ leser tacî ałtûnî çya tirûskey dê. giryanî hewr piř dû çawî şînî pencere û bizey zerdey êware piř bezarî doł û şîwî çya!
wa dyare siruştîş sewday ewînî leserdaye ke be çaw egrî û be dem pê’ekenê.
axo min siruştim, yan siruşt mine, ke herdûk wek yek egrîn û pê’ekenîn!?
emřo min çaweřêy geřanewey xoşewîstêkim, bełam legeł eweşa tirs û xurpe, wek tezûy berebeyanêkî payîz be demarî leşmida degeřê. le pencerekemewe ke wek çawî kałî paş giryan, řengî ał û wałay lê nîştuwe eřwanme ser şeqam; dengî her solêk le pêşa wek dengî mosîqa ehate ber gwêm, bełam katê tê’epeřî û dûr ekewtewe le řo řoy nenasrawêk eçû bo nenasrawêkî tir. ewende berew pîrî dengî ew solane çûbûm û beřêm kirdibûn, bê ewe tenya carêk nîgayekî germ û aşna le řûm pijabê, serim hatbowe êş û êste dû demarî mandû, dû marî şîn le milmewe hełgeřawin û le herdû lay tewêłmewe xoyan kêşawetewe naw mêşkimewe.
ne, katî bê bezeyî tênapeřê, xoretaw le koçî řojaney berew seray şew dûdłe, westawe ta bizanê çawenwařîy ademîzadêk be kwê ega?! řenge xoretaw xoy zorî derdî çawenwařî çêştibê!! řenge be şwên diłberêkî gumbûda wêł bûbê ke be hemû herêmî řoja egeřa û paşan tewawî mełbendî şewî epşikinî!? her şew û řojey carêk û hergîzîş ne mandû ebê û ne des hełdegrê û tenanet çawî geş û piřşingidarî lêk enê bo ḧesaneweyekî kurt û pişûyekî kem xayên.
gerûy tarîkayî dwa diłopî řûnakayî hełmijî, wek quleřeşêkî serxoş ke camî ałtûnî nîwe xałî beserewe nê û yekbîn hełîda.
min hodekem şew bû; çawî şînî pencerekan be ḧerîrî řeşî şew bestirabû, bełam le diłma hêşta nûrêk wek piřşingî estêreyekî dûre dest, ya agirî deştewan, le şewêkî tarîka edrewşayewe; wa dyare xoretaw le derûna direngitir awa ebê! ebû xom be şitêkewe xerîk kem, çunke lem bê dengîyeda, dengî lêdanî diłim le hewre girme beriztir dengî edayewe û hemû demarî leşim wek telî tar le jêr pencey załî mosîqarêkî xembara elerayewe û pirûşey xem û matemî ekird. bo carî dehem namekeym be destewe girt û xwêndimewe, nûsîbûy:
«çyay min! pyawî serberzim! bałdarî biçûk tasey hêlanekey kirduwe û xerîke egeřêtewe bo lat, baweşî to hêlaney mine. çaweřwanim ke be çepkê gułî şî’rewe pêşwazim bikey, lew çepke şî’rane ke hemû řojê beyanî le baxçey zewqit etçinê û be xeyatey xawî ewîn etbest û le gułdanî xoşewîstîya etçeqand û katê min hełdestam, bonî çepke şî’rekey to têkeł ebû legeł henasey bonxoşî çyay be guł xemłîw û şepolî oxey be leşma egeřa...
le bîrit mawe to ebûy be «’îsa»y min û min ke zû ejakam û le heway dûkeławî şara lêł ebûm, wek «el’azir» xom be destî zîndûkerewe û mesîḧayît espard û be î’cazî destekanit jyanêkî nwêm des pê ekirdewe, ke le jyanî řabirdûm gelêk cwantir bû...
êste «el’azir» ke mergî dûrî pê hemwar nakirê, egeřêtewe bo lay mesîḧî xoy. pepûle dîsan leser guł enîşêtewe û şořebî baxçekeman dîsan ebêtewe cêjwanî çolekey wirdîle û ’ecûl. jyan dîsan watey taybetî xoy edozêtewe û berbeyane ebê be hemîşe, hemîşeyek be dirêjayî jyanî min û to; ta merg be řwałet le yekman cya katewe!»
namekey lêreda dwayî hatbû û min leber xomewe gutim: «cwantirîn çepke gułî şî’irim payendazî to ekem, to ke cwantirîn şî’rî xuday.» serim hełbiřî û le jêr perdey ḧerîrî firmêska heykelêkim dî le berderga westabû, dû diłop esrînî germî şadî le berdergay çawî herdûkmanewe řêgay serewlêjî gonay girte ber û şełał bû. ziman le kar kewt û dû baweş kiranewe û dû ademîzad bûn beyek... bałdarî êsk sûkî min geřayewe bo hêlaney mat û çołî xoy.