8

From the Book:
Meseley Wîjdan
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 5 minutes  7598 views

tesadufen ew řoje, řojî îḧaley ew nehrane bûn ke ’a’îdî ḧikûmet bûn, we zor kes le ehalî û eşraf hatbûne da’îre, îcra biken. lakîn lew weqteda ke xerîk bûn pey bixene ser nehrekan, pyawêk ke hemûyan eyanzanî pyawî mine, hate jûrewe û be tesdîqêkî zorewe witî: «min talbî fiłan nehir û fiłan cogem.» xolase talbî ’imûm cogekan bû be tenzîlî bedelî pêşûyan ba wicûdî ewey ke ewaney danîştibûn eyanzanî bedelî nehrekan nîsfî warîdatyan nîye we xoşyan ’imûm be nyetî tîcarekirdin hatbûn. ke çawyan kewt be kabray pyawî min wityan:

- «ême tałb nîn we ezanîn ke bedelî ew nehrane zor girane».

we beẍeyrez em zate kabrayekyan witî:

- min zem ekem!

fewren witim:

- tesdîqit heye?

tesdîqekey nîşan dam. witim:

- em tesdîqe le weqtêka min lêre nebûm, le teref wekîlmewe tesdîq kirawe û neyzanîwe, to hezar îşî ket heye û serwetit emende nîye!

xerîk bû qise bikat, destim kird be ḧîddet kirdin û derim kird. lepaşa kabra lem xisûsewe her çend şikatêkî zorî kird, hîç fa’îdey nebû, we leber ew meseleye zererêkî zorim lê da. her le ew řojeda îḧaley nehrekan dira be ew pyawey min. da’îrey malye, çunke piroẍramman yek bû, be kemałî memnûnyetewe qibûłî kird.

le weqtî ḧasłata, her wekû beḧsiman kird, her mi’ameleyekim le mułkekanî xomda îcra kirdibû, lew enharaneşda îcram kird, ye’nî wekû řûtandinewe û xwên xwardinî ehalîy mezłûm.

bem new’e îşane parem zor bû, ye’nî bêcge le teḧemulatî naw mał û qerz, bûm be saḧîbî bîst, sî hezar lîrey neqid.

***

her wekû lemew pêş beḧsim kirdibû xulyay gewreyî ewende le serimda bû, hîç aramim nebû. ca nardim le wiłatêkî xarîc be’zê qałîçey awrîşmî cwan û be’zê şitî beqîmetim send û be nyazî tereqqî kirdin, me’zûnyetî yek mangim wergirt û çûm bo paytext. ke geyştime paytext, waqî’en le ewełewe, her wekû xom arezûm bû, ewende ḧurmetim nebû. emma lepaş teqdîm kirdinî eşyakan bo ew cêgayane ke lazim bû, ḧurmetim ewende zyadî kird xerîk bûm xom nenasmewe. her êwareyek le utêlêk û her şewêk le sînemayek, leteref pyawêkî gewrewe de’wet ekiram û lew şareda nawêkî gewrem peyda kird.

zor kesî wa bû ke çawyan pêm nekewtibû, neyan’enasîm û hîç îstîfadem boyan nebûbû, her le xoyanewe mediḧ û senayan ekirdim. be meḧzî ewey ke bîstibûyan zorab efendî pyawêkî muhîme, ewanîş be teqlîdî xełqewe mecbûr bûn be te’rîf kirdinim. axir eger ehlî em wiłate ewende serî’ulqerar nebûnaye ḧałyan weha ne’ebû.

lepaş çend řojêk we’dem wergirt ke be wezîfeyekî gewretir te’în bikirêm. dway tewawbûnî mudetî me’zûnyetekem, geřamewe miḧelî wezîfekey xom.

***

tesadufen bo dewrye, le merkezî qeza çûme derewe. le beynî dû ’eşîretda ke daxłî ew qezaye bûn, çen sałêk lewe pêş şeřuşořêk waqî’ bûbû, we sê çwar kes le beynî ewanda kujrabûn. lew weqteda ke min geyştime ew nawe, meşẍûł bûn lenaw xoyanda sułḧyan ekird û qerarî musałeḧeyan dabû. bem new’e ke qatîlekanî em ’eşîrete, dû kiçî xoyan biden be kuřî meqtûlekanî ew ’eşîretekey tir. we qatîlekanî ew laş dû xuşkî xoyan biden be biray meqtûlekanî em ’eşîrete. xom gwêm lê bû kiçekanî em ’eşîrete hawaryan ekird eyanut: «bo xatrî xuda ême ewane nanasîn ke êmetan dawe be ewan, heta êsta nemandîwin! ême xo kesman nekuştuwe ke mes’ûl bîn û diłî qewm û xwêşyan şad û memnûn bikeyn. xwa hełnagrê yekêkî tir qetlî kirduwe, yekêkî tir kujrawe, ême bo çî bikewîne ’ezabewe?! îḧtimal ême diłman te’elluqî be şexsêkî kewe bêt, bo çî êwe sermayey ḧeyat û jyanî ême meḧû ekenewe?! emane xuda û wîjdan qibûłî nakat!»

bêxeber bûn ke xuda ewende sebrî heye, hezar şitî wehay qibûł kirduwe û eykat, we wîjdanîş tenya her îsmî heye û kes be çaw neydîwe! kuřekanî ’eşîretî ew la legeł kiçekanda bîstibûyan min lew řojaneda wam lewê, be her new’êk boyan mumkîn bûbû, xoyan necat dabû û fîraryan kirdibû, hatne lay min. ewełen kiçêkyan ke zor cwan û meḧbûbe bû, pêy witim: «cenabî ře’îs emřo ême zor bextyarîn ke cenabî ’alîtan teşrîfî hatuwe bo em nawe, çunke umêdman waye û be teḧqîq ezanîn ke heqî mezłûm le załim desênî».

tewaw