basî wefatkirdinî leylî

From the Book:
Leylî û Mecnûn
By:
Kamali (1886-1974)
 5 minutes  22 views
ke geřayewh leyl lay mecnûn
perêşan ḧał bû ’aciz û meḧzun
be deqîqe û an hîç nebû diłşad
řoj be řoj derd û ẍemî ebû zyad
le wesłî mecnûn humêdî biřî
heta dawênî yexey dadřî
wicudî ke wek peřey guł wabû
leber nexoşî zar û ze’îf bû
ḧekîmî ’alem tebîbî dunya
kokiranewe dayanê dewa
se’î û ẍîretyan zor nwand hemû
’îlacî derdî bê deway nebû
ke zanî derdî hîç deway nîye
ca be daykî gut nexoşî çîye
bangî kird gutî were daye gyan
ba aşkira kem lat řazî penhan
derdî diłî xom şardewe le to
heta bem new’e min bûm řenceřo
ẍeyrî derdî ’eşq nebê bexuda
hîç derdim nîye daykî be wefa
zor wîstim bigem be wesłî dulber
muyeser nebû telef bûm yekser
agirî ’eşqî le diłmî berze
kiłpe û biłêsey sed hezar terze
be dest kes nîye weha bû qismet
xwa ḧafîz eřom wa bo qyamet
yarîş be ’eşqî min mubtelaye
ewîş dûçarî derd û bełaye
her bo min buwe řisway zemane
le naw ’alemda bû be efsane
min sebebim ew ke eka hawar
be derdî ’eşqim buwe giriftar
daye gyan ewa min emirim eřom
yeqîn gunahî ew dête estom
derdî min yek bû wa bû be hezar
çunke lelay yar wa bûm şerimsar
wa weda’ ekem daykî be wefa
eřom le dinya eçim bo ’uqba
yarim ke bo min pîşey giryane
daym her karî nałe û fuẍane
ke çawit pêy kewt biłê wa leyla
ke be ’eşqî to bûbû mubtela
be derdî ’eşqî towe ewa mird
gyanî şîrînî qurbanî to kird
şerit û ’ehdekey xoy becê hêna
xîlafî nekird hergîz le gełta
daye gyan mecnûn zor xeste ḧałe
xizmetî bike ehlî kemałe
pêy biłê leylî xefet bareket
be tîrî ’eşqit birîndareket
ewa le dinyay fanî derçû mird
řûḧî xoy fîday dû dîdey to kird
eger le de’way ’eşqa sadqî
le dostîda [to] zor mwafqî
leyl întîzare biço lay heta
bê eẍyar bigirin meclîsî sefa
em qisaney kird ke leyl destubird
gutî ya micnun gyanî teslîm kird
dinya sertapa derd û mîḧnete
sermenziłî xoş her qyamete
ehil û ’eşretî leyla becarê
yexey kirasyan diřî ta xwarê
berbûne nałe û şîwen û giryan
xoyan girte quř gewre û biçukyan
le paş çen se’at şîwen û hera
teslîmî cêgay axîret kira
emca le paşan zeydî wefadar
ke le mirdinî leyl bû xeberdar
řûy kirde deşt û badye û seḧra
be dway mecnûna ta twanî geřa
le herdeyêkda seyrî kird mecnûn
kewtuwe mat û ’aciz û zebûn
gutî be mecnûn ey xakit beser
le dinya derçû leylî nazperwer
îtir çî ekey le xak û xołda
boçî egeřêyt le herde û çołda
mecnûn ahêkî wehay hełkêşa
becarê bendî diłî derkêşa
bêhoş bû twana û taqetî nema
wext bû gyanî derçê le ẍema
le paşan hoşî ke hateweber
gwî ey zeydî cewr û zułimker
min wam ezanî dostî be wefay
nemzanî ke wa mayl be cefay
boçî minit kird to wa perêşan
bawe kuştet nîm ey şêtî nadan
boç em xeberet hêna destubird
boçî to qesdî řûḧî minit kird
boçî kirdimit weha řenceřo
gunahî minit bo girte esto
wek em gunahet to kird ey bira
nîşanim bide merqedî leyla
bizanim leylî şoxî cebîn guł
çîye eḧwałî le jêr seng û gił
zeyd mecnûnî bird bo ser qebiristan
ke nîşanî da qebrî leyla gyan
mecnûn kêlekey zû girte baweş
ewende girya heta bû bêhoş
wextê ke serî berz kirdewe
be ah û nałe û be dem derdewe
zor parayewe le qapî yezdan
gutî ey xuday ḧeyî lamekan
min dunyam nawê bê dîdarî yar
zû şadim bike be wesłî diłdar
leylî wa le naw bezmî beqada
minîş wam le gêj deryay fenada
le deryay fena bimxere kenar
zû bimgeyêne be wesłî diłdar
ḧeqme min bikem temenay ecel
bîke be ’eşqî řesûlî mursel
se’atê nejîm le paş leylî gyan
bê ew le lay min mirdine jyan
em munacatey mecnûnî şeyda
qibułî fermû derleḧze xuda
leser qebrekey leylî dirêj bu
gutî «ya leyl» û zû řûḧî derçû
zeyd ke dî mecnûn gyanî tya nema
destî kird be şîn be bang û seda
leser heta xwar yexey xoy diřî
řîş û simêłî be çeqo biřî
ehlî qebîley zû kird xeberdar
hemû destyan kird be girye û hawar
gişt kobunewe leser qebiristan
seyryan kird mecnûn wêłî sergerdan
wa leser qebrî leylî mirduwe
gyanî xo fîday yarî kirduwe
be şîn û řořo be waweylawe
qebryan bo hełkend le lay leylawe
her wek le ewcî biłindî sema
rûḧyan cut bûbû laşeşyan herwa
cût bûn legeł yek be diłêkî pak
destemlan bûn le jêr seng û xak
qebrekanyan bû be zyaretga
ehatin xełqî boy le hemû la