basî leylî û micnûn

From the Book:
Leylî û Mecnûn
By:
Kamali (1886-1974)
 4 minutes  22 views
wa egêřnewe le mułkî ’ereb
gewreyek buwe be esił û neseb
serdarî hemû ’amrîyekan bû
wiłatî me’murir gişt řûy cîhan bû
nawî melûḧ bû kuřî muzaḧîm
gewrey ’ereb bû qa’îm û da’îm
zor mîwan dost û feqîrnewaz bû
tal’î yar û bextî hawřaz bû
herçen le hemû dinya meşhûr bû
ewladî nebû çiray bê nûr bû
legeł feqîran zor eykird kerem
her du’ay ekird eybexşî direm
epařayewe dayîma heta
xwa ewladêkî ca pê kird ’eta
wextê cemałî ew ewladey dî
genc û xezêney be feqîr bexşî
be şîr û şekir perwerde kira
dayan be dayen be keyf û sefa
umêdî pêy bû be hunerwerî
bawkî nawî na qeysî hunerî
wextê ke ’umrî geyye ḧewt sałe
řûwî xermaney da wekû gułałe
ke bû be de sał nebû emsalî
bû be dastan ḧusin û cemałî
her kesê ewî edî le řêda
du’ay bo ekird le qapî xuda
ke le çawî bed dûr bê cemałî
xezan nebînê wenewşey xałî
le paşan bawkî be diłêkî şad
nardî bo mekteb bo xizmet ustad
qutabî zor bûn le mektebxane
le kuř û le kiç, xizim û bêgane
eyanxiwênd hemû be bê xewf û bîm
yekser meşẍûł bûn be ders û te’lîm
her yeke xełqî qîbleyek bûn
be řoj eyanuxwênd be şew der’eçûn
hawinşînî qeys kiçêkî cwan bû
bałay be wêney serwî řewan bû
çawî askî bû ke her zemanê
be tîrî ẍemze eykuşt cehanê
le diłî hemwan bo ew bû meylê
zułfî wek leyl û nawîşî leylê
qeysî hunerî ke řûy leylî dî
be bê îxtyar diłî pê bexşî
ewîş zû diłî be qeys da, herdû
le diła ’eşqî yektiryan zyad bû
řefîqekanyan eyanxiwênd, ewan
her seyrî yekyan ekird be dił û gyan
bem ḧałewe man çend wextê heta
yegcar aram û qeraryan biřa
meḧîbet yekcar ’eqłî lê sendin
binc û binçîney xoşî hełkendin
meşhûrî ’am bûn perdeyan diřa
lenaw ’alemda ca nawyan ziřa
her xerîk [e]bûn têkoşin kewa
řazî penhanyan nebê aşkira
bełam le des ’eşq sebir zû day koł
naşarêtewe řoj be xak û xoł
emca ke qeysî bêçarey hejar
be dawî ’eşqî leyl bû giriftar
ew kesaney wa zû lêy ḧałî bûn
nawî qeysyan na lewela mecnûn
bedkaran wek seg zubanyan kêşa
heta le mecnûn leylyan kird cya
leylî le qeysî bêçare win bû
be tîrî dûrî cergî kun kun bû
egrya daym le kuçe û bazar
her leyl leylî bû bê sebir û qerar
berde baranyan ekird minałan
eyanut mecnûn şêtî mał wêran
hemû şew eçû bo ber małî leyl
be diłî zarî le derd û ẍem keyl
ḧełqey dergakey maç ekird ewsa
be şîn û giryan egeřawe dwa
dûsê řefîqî mecnûn bûn kewa
ewanîş ’eşqyan hebû le serda
legeł ewana mecnûn beyanyan
eçû bo tewaf dergakey canan
kêwê ke be necd nawî nira bû
cêge hewargey xêłî leyla bû
mecnûn hemû řoj eçwe ew kêwe
eykird hawar û şîwen û ẍirêwe
qisey her legeł badî seba bû
xîtabî legeł zułfî leyla bû
eyut ey şemał biřo tuxwa
bom bêne bonê le zułfî leyla
be qurbanit bim ey leylî nazdar
xułî jêr pêy xot to bo yadgar
zû binêre bom bo çawim çake
dermanî janî çawe ew xake