îlhamî derûn

beşêke le hełbestêkî «’elî termokî» le ’erebîyewe.
From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  560 views
xo eger jyan wekû xew wabê
guzeran ax bê û be merg kota bê
bon kirdinî guł bike be pîşe
têr têr serincî demew beyan be
pencet le qijî nerim û xawa bê
ba dił û gyanit lew hesteda bê
em jîne bo to zor pêwîstye
çake û bezeyî û xoşeystîye
ger ba eyhêna henasey mirdû
mirov arezûy řêy çakey ebû
bełam mirduwan êmeyan bîr çû
legeł tarmayî cwanemergana
jyan be çeşnî bêjeng enwênê
dway gêj sê danî her tya emênê
«neyrun» zor qełay berzî hełçinî
ke hełsa le xew be xoy pêkenî
takû bigate pîrozîy lahut
em çen wişeyey xêra berçaw kewt
yek beyek pîtî be agir nusraw
leser wêraney telarî řûxaw:
(berew kirdigar, řêgay nizîk bûn,
gwê girtine bo îlhamî derûn)