bo firîşteyek

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  638 views
dyare to perîzade û firîştey naw nizarî
boye jîr û bebîr û cwan çak û behredarî
le asmanî řewişt û xwî diłgîr û pesenda
estêrey gelawêjî pîrozî wirşedarî
le baxî xoşewîstî naxî dił û deruna
gułêkî taser geş û taze pişkutû dyarî
min diłî xomim edî le goşey meynetîda
bextî xewałû şêwey toy çon hêna be dyarî?
her dû pêy xomim edî lenaw tewqî girana
xoşît baran beserma wek şewnimî beharî
leşim lenaw qefezda wekû bilbil egrya
gyanim ke toy dî fiřî be bałî bextyarî
dozex bû cêgem tenha her benaw hêlane bû
beheştêkit pê bexşîm, firîştey kurdewarî
be çeşnê sozî derûn toy dî kewte biłêse
kizbê řojê le řojan bo min derdêke karî
herçende dête yadim, muçřikî soz û tasem
hawar eka piř be dem: her bijî yadgarî