amojgarî
From the Book:
Şîrîn û Xusrew
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
101 views
diłî xoş nebê be dunyay nakes
wefay hîç nîye dunya legeł kes
dełên eflatûn da’îm degrya
’erzyan kird gutyan ḧekîmî dana
sebebî çîye ke to řoj û şew
da’îmen degrît be çawî bê xew
fermûy min boye da’îm giryanim
hogrîy yek bûn cîsim û gyanim
řojê cya debin le aşnayî
ḧeqme degrîm min bo řojî cyayî
kuř û jin mułk û mał û ḧałî zor
hawřêy ton heta deçîye naw goř
legełta deřon ’acir û ẍemnak
bełam legełta nayene jêr xak
her çend ke felek bitda çerx û pîç
to mexo ẍemî dunyay denî hîç
kwanê ferîdun le kwêye zuḧak
hemû lejêr xak bûn be miştê xak
be ’înayetî xway xawen lutif tewaw bû.