basî pirsyarkirdnî xusrew le ḧekîman le xisusî cwananewe

From the Book:
Şîrîn û Xusrew
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  67 views
xusrewî perwêz řojê le řojan
le dîwana bû diłxoş û şadan
şahanî dunya le řom heta çîn
ta esfehan û mułkî xorinşîn
lepay textî şah be diłêkî saf
dewreyan dabû le her çwar etraf
saqî çend dewrî şerabî hêna
ca perdey şermî lada padşa
pirsî axo le kamîn dyar
heye nazdarî şoxî meh’uzar
yekê ’erzî kird le şarî xuten
zore nazdarî cwan û gułbeden
yekê tir gutî le şarî kişmîr
heye dulberî bê’eyb û teqsîr
yekîkîş gutî wa le esfehan
nazdarî heye layeqî şahan
’eceb kiçêke nawî şekire
heta ḧez bikey cwan û dulbere
hîç ’eybî nîye cwan û diłaram
ledest hemû kes degrê pyałe û cam
her kesê şewêk bîgrête baweş
lezetî esłen nakat feramoş
xusrew emey bîst wîstî ke şîrîn
terk ka heta bibê diłẍemgîn
’îşqî şekirî tewaw kewte ser
neytiwanî meylî le dił bika der
bem xeyałewe mayewe yek sał
neyhêşt tê biga kesê le eḧwał
le paşan ’îşqî şekir hełî san
swar bû padşa çû bo esfehan