basî kaẍeznûsînî xusrew bo şîrîn

From the Book:
Şîrîn û Xusrew
By:
Kamali (1886-1974)
 2 minutes  8 views
řojêk le řojan be diłî ẍemgîn
xusrew kaẍezî nûsî bo şîrîn
nûsî bîstume zor perêşanî
le mergî yarit dîdegryanî
sa bes bo ferhad şîn û feryad ke
carêkîş yarî qedîmit yad ke
ew bêçareye le daẍî to mird
xakit be serî ferhadda boç kird?
ferhad mird yaxwa her xoş bê şîrîn
gułezerd nema xo mawe nesrîn
day be qasîdêk řoyşit destubird
namey teslîmî destî şîrîn kird
şîrîn kaẍezî xusrewî ke dî
zorî pê xoş bû wek guł pêkenî
bełam le qisey tałî padşa
mat û bêdeng bû satê ḧepesa
lew řojaneşda be teqdîrî xwa
meryem mird diłî teng bû padşa
meşhûr bû şîrîn şoxî mesteçem
nardibûy zehryan dabû be meryem
her çend te’zîyey bo dana xusrew
bełam diłxoş bû le mirdinî ew
le mergî meryem şîrînî nazdar
keyfî zor xoş bû ke bû xeberdar
le ber ḧurmetî şahî cemḧeşem
ewîş te’zîyey dana bo meryem
‏katê te’zîyey tewaw bû şîrîn‎
cwabî namekey nûsî be temkîn
nûsî banwî şa ger çuwete jêrxak‎
banwî cwan zore boç debî ẍemnak‎
hîç xefet mexo şahî nazkidił
meryem gence genc cêy jêrxake û gił
wa çake nawî meryem nehênî‎
bibît be ’îsa îtir naybînî
eger bit şika ba ’îsa xoş bê
meryem mirduwe her kîsra xoş bê
be mûy zułfî xoy namey best şîrîn‎
’adet weha bû zemanî pêşîn
daye dest qasîd gutî her êsta‎
to em kaẍeze bibe xizmet şa‎
xusrew xwêndîyewe ke namey şîrîn‎
le qisekanî gelê bû ẍemgîn
le diłda gutî em cwabecenge
xiştihawêj axir padaştî senge