basî peşîmanbûnewey şîrîn le řoyştinî xusrew

From the Book:
Şîrîn û Xusrew
By:
Kamali (1886-1974)
 6 minutes  12 views
ew wexte xusrew le şîrîn tora
řoyşit şîrînîş ḧałetî gořa
sebir û qerarî esłen la nema
wekû zułfî xoy ałoza û şêwa
le’netî dekird le xoy carbecar
ke boç zoyrî kird şahî tacdar
çû muhîn banûy zû kird baxeber
lew waq’eye hemû seranser
cwabî dayewe banûy be temkîn
witî çakit kird řołe aferîn
wa mesełeḧete ke to sebir key
eger sebir key be meqsûd degey
to bo ew kuře zor řenicit kêşa
le daẍî gelê cigerit êşa
êsteş sebir ke ey řołey dana
sebir bersîle dekat be ḧełwa
be qisey banû şoxî nazenîn
sebrî kird bebê hoş û bebê tîn
lepaş mudetê banû nexoş kewt
leř û lawaz bû hergîz nedesrewt
be şîrînî gut me’lûme ewa
emirim koç ekem le darî dunya
kilîlî genc û xezêney tewaw
da be şîrînî şoxî mesteçaw
lepaş emane çend řojî pê çû
le dunya derçû ca muhîn banû
şîrînî ermen bû be padşa
destî kerem û ’edlî řakêşa
diłî ehalî be kerem kird şad
meḧbûsekanî le bend kird azad
hênde ’adil û wetenperwer bû
le dewrî ewda gurg şwanî meř bû
bełam ke çunke le xusrew dûr bû
diłî piř ẍem û zwîr û řencûr bû
bîstibûy xusrew ke bo řom çuwe
miryemî lewê mare kirduwe
miryem xusrewî swênd dawe kewa
hetakû mawe dił be kes neda
şîrîn damabû leber derdî dił
manendî kerê biçeqête gił
wezîrêkî hebû lecêy xoy dayna
wazî le textî sełtenet hêna
swarî gułgûn bû zû legeł şapûr
girtîye ber, deşt û seḧera û řêgey dûr
çend kenîzêkî cwan û meh ’uzar
legeł çend barê kutał û dînar
esp û gay zor û ḧuştir û ḧeywan
birdî legeł xoy nazdarî dewran
řoyşit be řêda em mîl ta ew mîl
geyşte qesrî şîrîn be te’cîl
xusrew xeberî zanî ke yeqîn
geřawetewe qesrekey şîrîn
zorî pê xoş bû, le tirsî meryem
neywêra basî bika zor ya kem
carbecar dey nard bo lay peyamê
sebûrî dehat her be selamê
gutî be meryem řojê le řojan
baweřim pê bike aramî gyan
wek xwêy pya biken jan deka birîn
minîş ta dûr bim çake le şîrîn
bełam me’lûme şîrînî bedbext
bo min becêy hêşt mułk û tac û text
legeł min da’îm çakekarîy bû
kirdewe û pîşey wefadarî bû
binêre ba bêt bo êre gyane
ḧurmetî bigrîn xêr û îḧsane
cwabî xusrewî dayewe meryem
gutî warîsî text û tacî cem
eger bêtu min şîrîn bibînim
kwêr debê çawim gyanî şîrînim
şîrîn caduwe zor ḧîlekare
kafre û saḧir pîs û mekkare
tefrey to dedat min lêt deka dûr
xoy desepênê û min debim mehcûr
qet humêd meke leser řûy dunya
le esp û jin û le şimşêr wefa
hergîz dił mede be şîrîn aman
caduwe, bełat tûş deka qurban
swêndî zorî xward be tacî qeyser
be text û bextî şahî tacwer
gutî eger bêt şîrîn bibînim
her ew se’ate xom dexnikênim
xusrewî perwêz zanî be yeqîn
meryem heł naka qet legeł şîrîn
çarey hîç nedî padşay dana
be ẍeyrî ewey beynê sebir ka
carbecarêkîş şapûr be penhan
deçuwe lay şîrîn be diłî lerzan
qisey xusrewî bo şîrîn debird
degeřayewe xêra destubird
serî sûř mabû şîrîn ke xusrew
çilon heł deka ewende bê ew
le diłî xoya deygut xudaye
legeł min xusrew çend bêwefaye
be xusrewî gut ’aqîbet şapûr
çilon to dejît le şîrîn bî dûr
cwabî dayewe şahî berzeca
gutî wa çake lew bibim cya
çunke ger meryem şîrîn bibînê
le qîn û řiqa xoy dexnikênê
şapûr emey bîst le xusrew derḧał
çû bo lay şîrîn wek teyrî tîjbał
witî pêy xusrew toy zor xoş dewê
le dûrît xewî le çaw nakewê
bełam le meryem detirsê be gyan
řicaye mebe esłen diłgiran
hełse legełma be cûte êsta
swar bîn û biçîn bo xizmetî şa
legeł padşa to be penhanî
xoş řabwêre heta detwanî
şîrîn be tundî gutî be şapûr
gelê bê şermî ey le xuda dûr
to xistimte naw gêjawî beła
be zubanî lûs minit tefre da
boçî nazanî bê ’eqił û nefam
to tac û textî şahît le kîs dam
sed xozge daykim minî nebwaye
ya minî derxiward segê bidaye
wa legeł meryem keyf deka xusrew
ew minî nawê min namewê ew
be şwênîşma bêt meryemî qeyser
lem qesre be şeq min deykeme der
meylim bê zułfim dekem be zincîr
denêrim xusrew zû bika yexsîr
be birjangî xom biłêm wekû tîr
deřon bom deken xusrew be nêçîr
diłî padşa bo meryem germe
minî bo çîye bê ḧeya û şerme
min ew teyre nîm bimgirin be daw
ya hemû bazê bêt û bimka řaw
min ’aşiq nebûm weha bû teqdîr
xetam kird xeta sa çîye tedbîr
eger ew dełêt be şîrîn bigem
biłê keyf bikat ba legeł meryem
zor legeł şapûr qisey tundî kird
peşîman buwewe lepiř destubird
gutî lebatî min bibe peyam
be xusrew biłê lêt deka selam
biłê ke şîrîn ’erz deka qurban
le fikirîye xoşsuḧbetî caran
to da’îm keyf û xoşî xut ewê
key yadî minit le fikir dekewê
wextê bê yar bûy her min yarit bûm
her min diłsuz û ẍemxiwarit bûm
to gułit hêna le řûm bexerman
min tac û textî xom kird perêşan
zelîlim meke çunke ’ezîzim
azadim bikey çake, kenîzim
be řoj û be şew nîme asayîş
le toş nabînim zeře bexşayîş
min boçî nebim bedḧał bebê to
par legeł to bûm emsał bebê to
şîrînî ermen ba her řencûr bê
yaxwa çawî bed le xusrew dûr bê
şapûr emaney ke bîst le şîrîn
kuřnûşî bo bird gutî aferîn