basî xeberzanînî xusrew le mirdinî bawkî

From the Book:
Şîrîn û Xusrew
By:
Kamali (1886-1974)
 2 minutes  96 views
řojê le řojan xusrew serxoş bû
le dûrî şîrîn zor beperoş bû
qasîdê lepiř řûy kirde dîwan
gutî be xusrew şazadey keyan
şahî meda’în derçû le dunya
xałîye textî padşa êsta
xusrew emey bîst hîç çarey nema
zanî manewey xetaye xeta
bê sebir û aram şahî cewan bext
çû bo meda’în danîşt leser text
be ’edil û dad û be çake û îḧsan
zîndûy kirdewe nawî newşîrwan
wextê te’zîye û pirse tewaw bû
be kenîzanî ḧeremî fermû
bîstim kiçêkî pir mekir û pir fen
hatuwete êre le şarî ermen
’erzyan kird gutyan bełê lêre bû
şapûr hat birdî betalûke zû
xusrew emey bîst gelê bû ẍemgîn
zwîr û nizar bû le dûrî şîrîn
emca bêynewe ser basî şîrîn
ke řoyştewe şoxî nazenîn
kenîzekan û qewman û xwêşan
ke le dûrî ew bûbûn perêşan
kewtine xakî pêy kirdyan şukirane
zor îḧsanyan kird bo ateşxane
ke muhîn banû xeberî zanî
wext bû le xoşya der biçê gyanî
hełsa le dîwan be diłêkî xoş
çû be pîrîyewe girtîyewe baweş
bełam ebeden hîç neyda le řûy
neygut ey şîrîn aya bo kwê çûy
çunke deyzanî şîrînî nazdar
be dawî xusrew buwe giriftar
şîrîn lepaşan legeł kenîzan
dîsan destî kird be řaw û seyran