basî leşkirbirdinî temîne bo şeř legeł řostem
From the Book:
Rostem û Zorab
By:
Kamali (1886-1974)
3 minutes
50 views
řojê temîne zor řiqî hełsa
swêndî xward be zat xuday bê hawta
ebê min hełsim nîqab bipoşim
bo êran biřom beqar bixroşim
şarî sîstan û qesrî załî sam
bisûtênim min becarê temam
lebatî qesas xwênî kuřekem
şerit û ’ehd bê bibînim řostem
be şîrî hîndî let bikem cergî
sûr bikem be xwên sertapa bergî
emrî kird supa leşkir destubird
ḧazir bû der ḧał bo ceng û neberd
sîlaḧî şeřî be qamet poşa
bo şeř û de’way řostem xiroşa
tîẍî ełmasî tîjî piř xeter
wekû şêrî neř bestîye kemer
sî hezar swar kemerbestey şeř
birdî řûy kirde deşt û seḧra û der
řoyşit be yelẍar be bê mudara
leşkir daypoşî řûy deşt û sara
zał xeberî bîst be diłî piř derd
wityan temîne xałan lacîwerd
hatuwe xwênî ferzendî zorab
be peroşewe be diłî pir tab
ełmasî bo şeř kirduwe be berda
şimşêrî hîndî wa le kemerda
ke emeyan bîst řostem legeł zał
çûne derewe ’aciz peşêwḧał
çûn bo beramber temîney bêgerd
yexeyan diřî be diłî piř derd
bo zorab daykî yekcar ’aciz bû
espekey tawda pêyan geyşit zû
hełî kêşa tîẍ jehrawî fereng
ke bîda le ser pehłewanî ceng
zał xêra řoyşit zû be destubird
le dest temîne tîẍekey der kird
zor le temîne pařayewe zał
’uzrî xwast lelay banûy sewsenxał
ca řostem witî załî zeř aman
bîke be ḧeqî ḧezretî yezdan
bihêłe be tîẍ ba bibřê cergim
qetilim wacbe layeq be mergim
tû xwa cûleke ya gawir û fereng
kê kuştûyetî kuřî xoy le ceng?
zał witî řołe yeqîn bizane
eme teqdirî emrî yezdane
ḧekakanî dewr merdanî ’aqił
hîç kes teqdîrî nekirduwe batił
çak waye lelam lemewla be cût
herdû danîşin xuday ceberût
bełkû merḧirmet bika serleno
kuřê kerem ka be ew û be to
biken şukiraney xuday firyařes
ẍem hetakû ser namênê lay kes
zał nesîḧetî hênde kird herdû
be qiseyan kird diłyan sakin bû
dabezî le esp be ḧusin û cemał
îqna’ bû be qise û nesîḧetî zał
emca załî zeř pîrî ferzane
destî girtin û birdinye yane
temîne danîşt legeł fîleten
be sûret wekû gułẍunçey çemen
çend ḧefte lewê ẍemî da be bad
lew tirş û tałe xatryan bû şad
le paşan be emrî xuday lamekan
barî ḧemlî bû temîne dîsan
no mang û no řoj ke we’dey řaburd
xuda kuřêkî pêyan kerem kird
wazyan kird dergay xezêney şahan
dûřî ałtûnyan zor kird be îḧsan
emca be carê ẍemyan da be ba
nawî kuřeyan «felamerz» na
çend parçe qumaş çend xezêney sam
dayan be feqîr û hejar û eytam
be ’ewnî xuda xalqî ’alem
tewaw bû cengî zorab û řostem
hezaran seławat û dirûd û selam
leser řoḧî pak seydul’enam