sereta

From the Book:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
 3 minutes  141 views
nêzîkey ḧevde sał lemewber, le namîlkey «xwêndewarî be zimanî kurdî»da, zor be kurtî lem base duwam û nebûnî şêweyekî edebîm be kospî here gewrey řêy pêşkewtin û biławbûnewey zimanî kurdî dana, paş berberekanêy řastewxoy zimaneke le layen dagîrkeranî kurdistanewe. hoy em yeknegirtine û corî çareserkirdinîşîm; bepêy desełat û serincî ew katem, zor be kurtî xiste berçaw . lem mawe dûr û dirêjeda, çend basêkî kemî lem babete lelayen hêndê kesî dîyewe xirane berçaw. beşêk lew basane zor sade û nezanane bûn û pêwîst be nêwbirdin naken û hêndêkî dîşyan ta endazeyek zanistane bûn û baskirdinyan be řewa dezanim. be taybetî ew kitêbey ke duktor ’êzeddîn mistefa řesûł le sałî 1971da be nêwî «serincê le zimanî edebî yekgirtûy kurdî»yewe biławî kirdewe. herweha witarekey mamosta tofîq wehbî be nêwî «zimane edebyekeman çon twana û asantir bikeyn» le bergî yekemî «govarî kořî zanyarî kurd»da (1973 li 29-34).
 
ca berlewey biçme germey basekewe, be pêwîstî dezanim ewe biłêm ke hîç gelêk nîye lem cîhaneda, têkřay komełanî xełkekey be yek zimanî yekgirtû bidûn. leber ewe bûnî çend şêweyek le zimanî kurdîda, şitêkî seyr û semere nîye. bo wêne: le wiłatêkî wek ełmanyada ke be hezaran řojname û govarî têda derdeçê û le qutabxane û řadwê û telefziwên û sînemakanyanda, be şew û be řoj zimanêkî yekgirtû be kar dehênrê ke çî êsteş ke ełmanêkî bayerî be şêwekey xoy bidwê, ełmanêkî piřoyzî zor be astem lêy tê dega. ca we ne bê ḧałî zimanekanî dîy cîhan, le zimanî pêşkewtûy ełmanî baştir bê. nexêr! ewanîş her wane. leber ewe hîç pêwîst bewe nîye pyaw bezeyî be xoyda bêtewe. be kurtî hemû zimanêkî em dinyaye çend şêweyekî cyawazî heye wek kurdîyekey ême. bełam ewey ke xełkî heyane û kurd nîyane; ewe zimanêkî yekgirtuwe bo xwêndin û nûsîn û karubarî giştî.
 
ca eger ême hewłî ewe bideyn em şêwane bikeyne yek, wata hemûyan bikeyne yek şêwe; ewa ba her le êstewe diłnya bîn ke ta řojî qyamet ewe ser nagrê boman. xo eger bê û bo hênane berhemî zimanêkî kurdîy yekgirtûy wa tê bikoşîn ke qisey pê kira û pêy nûsra; xełkî hemû layek wek yek têy bigen, ewe dyare karêkî girane, bełam legeł eweşda; şitêkî nebûnekiraw (mistiḧîl) nîye û be hewł û teqelay zanistaney bê wuçan; dête kayewe. tenya eweye debê bizanîn le kwêwe dest pê bikeyn û kê dest pê bika û çon dest pê bikirê.