kê bû?

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  639 views
kê bû le tarîkî şewa
le serdemî şîrîn xewa
bo gelî dîl û bê newa
bû be pêşmerge û pêşewa
***
kê bû bo jînî serbestî
gyanî xoy xiste serdestî
berew ew nyazey bestî
witî: namewê jêr destî
***
kê bû berew qełay dujmin
be gyanî xo bext kirdin
kewte şeřî jîn û mirdin
ta řîşey derhêna le bin
***
kê bû bo ’ereb û bo kurd
nokeranî let û pet kird
îsti’marî bew derde bird
biłê: ew bawkey ême mird
***
kê bû zincîrî têk şikan
qełay bastîlî hełtekan
azadî da be dîlekan
napakî daye ber tekan
***
kê bû be piştîwanî gel
bo serkewtin geřa le hel
ta ew řoje derçû le kel
naḧezî tya bika pel pel
***
kêye wîrdî ser zimane
ciger soze qaremane
azadkerî nîştimane
heqî zorî le sermane