leser şêwey kon

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  1784 views
le wesfî xoşewîstîta zimanî lałe hełbestim
îtir to pê bizanî, ya nezanî, min çi derbestim?
epirsî: bo çî camî dił be neş’ey bade mest nabê
ełê: lêwřêjî badey ’eşqî tom û her be to mestim
eger baweř be min nakey were seyrî derûnim ke
le dinyay xoşewîstîta çi deryayekî piřhestim
leber sozî diłim dûr û nizîkî bo nîye çawim
xuřey dê awî serçawey eger şadim eger pestim
cige lew yade şîrînet, seranser tałe jînî min
keçî etwêtewe xem, çun legeł ew yade peywestim
be tacî ’eşqî towe şam lenaw bergî gedayîda
ke bendey tom û azadey çerx, dîlêkî serbestim
be hîway awřêkî toye xo hełbestekanî min
le řêy teyrî nîgayekta ebê hêlane hełbestim