besteyek

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  834 views
min melêkim aştîxwaz
be çirîkey xoş awaz
le xakî kurdistana
xełkî exeme perwaz
***
be bestey şîrîn û xoş
be kuł be tase, be coş
leherla deng heł ebiřim
eyxeme bezim û xiroş
***
exwênim, diłim şade
leş le qefes azade
bestey asayş ełêm
bezubanêkî sade
***
heta řoj be şew ekem
bangî em û ew ekem
bo aştî û birayetî
hî nûstû le xew ekem
***
bo eweme be carê
hełsin bîkeyne karê
kunne pepûy şeřanî
çing leser şan bitarî
***
nehêłîn lêre û lewê
henaseyek bisrewê
ewendey hełfirênîn
talepel û po kewê
***
çunke kunde pepûy geř
zor ḧez eka wişk û teř
beser yeka bisûtê
be’agirî şûmî şeř
***
ḧez eka destî tawan
bigrê berokî lawan
benasor hełwerînê
gułî temenî cwanan
***
yan bomba le nakawa
lew peřî tîn û tawa
legermey şîrîn xewa
xoy ba le korpey sawa
***
yan afretêkî sik piř
nêzeyekî ciger biř
leşî encin encin ka
legoşey mała le piř
***
yan pîrêkî derûn pak
sade û sawîlke û xemnak
parçe bombayekî wêł
bo xoy bîka be xorak
***
yan etomî bê aman
dujminî ser û saman
des ka be pako danî
jînî piř le hîwaman
***
yan seranser şar û dê
beser xełka biřuxê
kunnepepû kelawey
bo xoy lê bika becê
***
bełam xeyałî xawe
ew çepelî giławe
xełkî besoz û bekuł
peymanî ewey dawe
***
ew peřî hêz û twana
le řêgey hîway cwana
bo asayş bext ka
lepênawî jyana
***
behoy em xebatewe
dinya deng edatewe:
seferber û řeşbigîr
ebê řû nedatewe
***
gelanî nizîk û dûr
zerd û řeş û sipî û sû
hawar eken piř be dem
hîwadar û pişt estur:
***
aştî her payedar bê
dinya guł û gułzar bê
piř gułî ał û wała
çwar werzekey behar bê
***
minîş melî kurdanim
perwerdey kurdistanim
bo gułî ew behare
bilbilî neẍme xwanim