řêgay bextyarî

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  818 views
ewî eyewê bibê bextyar
bîr û baweřim bika îxtyar
pêş hemû şitê berew nîşanê
xoy bikutê, xoyşî ba le ser danê
çawî netirsê biçê bê pişû
gyanî nebezî bika be têşû
ebê bizanê le ser ew řêye
ke nebê hezar çutuřmî lêye
dujminî xawen çekî heme řeng
leser çunî ew lew řêye bûn beng
ewîş le sayey ew hêz û tîney
mîllet dawîtê lew wersî jîney
le gełyan bika berberekanî
takû biłêsey giřî tekanî
řoşin kerewey berderkî şadî
derîxa bote şibrî azadî