řêjne

From the Book:
Naɫey Cudayî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  5140 views
to bełênim pê bide ta min berew jwan bibmewe
bimdeye maçêkî teř lem lêwe, ba cwan bibmewe
destî lerzokim heta têydaye hêzî bey guşîn
lêm geřê tawê le baxî sîne mîwan bibmewe
şengebêrî bisřewe firmêskî bê şwanî îtir
řenge hêşta lew çya û zozane bo şwan bibmewe
min gułî ser gořî awatî lemêjînem bełam
řêjnêkim lê bida pêm waye bo řwan bibmewe
şêxî sen’an bo kiçî gawir le îslam wergeřa
min xerîkim bo kiçe şêxê pejîwan bibmewe