cwanî bes nîye

From the Book:
Naɫey Cudayî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  4124 views
cwan peristim, cwan peristim
be dîdarî cwanan mestim
ke debînim kîjî teřpoş
gişt xemê dekem feramoş
ke kîjêkî cwan debînim
sařêj debnewe birînim
ke debînim lence û larê
hest nakem be çi azarê
ke nazdarê řadebrê
diłî sardibowem giř degrê
ke çaw le çawê debiřim
be asmanêda defiřim
ke řêk dekuşim pencey nerim
leşî siřim debê germ
bizey şîrînî ser lêwê
hestî pîranem debzêwê
nazî şoxêkî nazenîn
dembate beheştî berîn
bîrim le berim deřwên
keçî kiçim her xoş dewên
kiç awatî pîrozmin
xoşîy diłî piř sozmin
kiç nûrî dîde û çawmin
bendî cerg û henawmin
kiç řûnakayî jînmin
kiç hetwanî birînmin
***
bełam jîn her hewes nîye
cwanîş betenê bes nîye