sazî nasaz

From the Book:
Naɫey Cudayî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  7183 views
bilbilî bałişkawî wextî gułim
her şepołan deda diłî le kułim
kurdî bendîy beyanî newrozim
giřî girtuwe derûnî piř sozim
muẍî bê agirî şewî yeldam
çaweřêy çarenûsî napeydam
kewî bê dengî newbeharanim
gułî bê řengî çaw le baranim
kuncî cêjwanî çoł û xamoşim
sêberî nazenînî řeşpoşim
destî berbûy kiçî geřî şayîm
hestî xinkawî lawî sewdayîm
kêlî gořî şehîdî gumnawim
take darî kiřûzî bê awim
defterî şî’rî şa’îrî řûtim
şemî sergoř û darî tabûtim
kunî gîrawî kone şimşałim
xewnî ałoz û xatîrey tałim
jîlemoy agirî beyananim
bawkî firmêskim û kuřî janim
bałe sûtawekanî perwanem
şûşe badey betałî meyxanem
çiłe řêḧanî dûre dêrawim
sazî nasazî hełpesêrrawim
tike awingî ser gełay zerdim
xeste û derdedarî çî derdim
axrîn tîşkî xorî payîzim
şa’îrî pîrî tûře û zîzim
çon detwanim be to biłêm min çîm?!
xom gumanim heye ke hem ya nîm?!