mergî mangêk

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  403 views
dwêşew mang kewte deryaçey «dûkan»ewe û kes neyzanî.
ewînêkî kesk xinkaw...
awazêkî sipîy mird û kes neyzanî.
dwêşew mang kewte xwarewe
mang kewt be ser nîştimanda û
nîştîmanîş daneçłekî û
mêjûyş xeberî nebowe û kes neyzanî.
dwêşew mang kewte deryaçey dûkanewe û
le kenarî payîzêkda, wişe wişe û geła geła
dirextî şî’ir hełwerê.
dwênê şewê, dîrokêkî simêł babiř, řîş xenawîy
le derałî çermawenda
lenaw bêdengîy şêdarî cengełêkda
ke danewî
tarîkîy kird be deskêş û
kiławêkî fetwaçnî leser kird û
mangeşewêkî serbiřî.
dwênê şewê xermaneyek le xemî min
lenaw xwênda gêjî xward û qirîşkanî û
şûşebendî sayeqeyek hařey kird û
sitarey kujraw dabarî û
bełam kesîş pêy nezanî.
dwêşew mang kewte xwarewe û
pirşing pija û tirîfe kewte naw zêwe û zê bû be tabûtî zîwîn.
xewnî hepřûn kewte ser aw.
henase bû be temêkî ser qeşqołî û
firmêsk bû be wirdemasî û tawan bû be qewzey řûbar.
aw zirîkey hełpijaw bû,
aw jinêkî gundî çeqo û aw kiçêkî hozî řiq û ’eşîretî zerdemar bû, ser berewxiwar řay’ekird û
kezîyekanî şepolî xoy eřnîyewe û serî ekêşa be berda û cestey ’eşqî helahela û wirduxaşî
egeyande meytixanekey dêrînî şar,
bełam ewsayş le wetenî nêrîneda
le nîştimanî simêł û le qanûnî naw camane û efsaneda
nêrêk xeberî nebowe
yasa xeberî nebowe û
dadga xeberî nebowe û...
kes neyzanî!
hemû carê xêł çiray memkî xezałê eşkênêt û hemû carê xêł tabûtê le darî ḧedid da’etaşê bo «xec»êk û
hemû şewê řîşî be xwênî şî’rêkî mêyney min
paraw ebê bo ẍîlmanî naw beheşt û
hemû carê û hemû carê
şimşêrêkî nûranîy dê û
«şîrîn»êkim leber małewe epêçê û eyfiřênê!
dwêşew mang kewte deryaçey dûkanewe û
aw swêy bowe û, ewînêkî kesk xinka û
awazêkî sipîy mird û
hełbestêkî narincîy min diłî westa û
kes neyzanî!