řaburdû le xewne řomansîyekanda

From the Book:
Nisê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  343 views
yekem: demuçaw
le demuçawî daykimda: nizme hewrêkî hejarî, zerdexeneyekî jakaw, kizebayekî bêwejin,
dên û deçin.
le demuçawî payîzda: cûtê bałindey firmêsk û
polê henasey zerdibaw û komełê goney werîw û
meraqî zerde, heł’efiřn.
le berokî payîzewe: bonî tepunim û xołî
nîwewişk û nîweteř û
bonî řengêkî şêdar û
bokřûzî ’eşqêkî taze sûtaw dê.
le berokî daykimewe:
bonî řeşeřêḧanekey xem û
bonî mêrgî kirasêkî řeşî awdaman û
bonî tenyayîy jûrêk û
bonî tîjî gułeşewî mêxekbend dê!
duwem: gijeba
le nakaw ke dartûy qaç qewî û ser zilî ḧewşeke
xişexiş mafûrî estûrî xezanî řa’exist.
gijebayş le serřa be çawî xołayî û be bołe û xutewe,
hendê car be dengî zîqin û hendê car «giře»ewe,
ehat û tenekey betałî kołanî teqeteq
leser şan ebird û egeyşte kelawey geřek û
le xołda û leberdem kulaney quřînî seganda,
dû gêjî exward û lepêşda, nawqedî estûr û
dwatrîş mil barîk berew jûr heł’eçû,
legeł xoy, defterî diřaw û lapeřey řojname û miqebay lûl eda û
ser’ekewt bo serban, lewêşřa, le pûşî zerdełe û
le gełay sûrkele û pepûley xiřîley payîzey ehêna û
bekomeł le goşey dałan û le sûçî heywanda,
řoy ekird.
ewsake, ḧewşeman bo pîrepayîzî řûtełey şan kûřî ber serma çoł ekird!
sêhem: miqełî
miqełîy misînî desk zerd, çwar gopkey qulleyî,
miqaşî ser şanî û sînîyek le jêrya. çend pişkoy lałupał lêkewtûy zor ał û hendêkîş nîweyan hêşta řeş.
boşayî nêwanî dû pişkoy geşawe û birîskey yaqûtî:
xeyałî mindałî heł’efřan bo dinyay piř sîḧir û efsaney şewaney ḧîkayet.
pişîley destemoy naw małîş, řengî tûk têkełê le sipî û qaweyî, le ême nizîktir ebowe le pişko û miqełî, be kiřî tenîştî tûknî tê ekird
hendê car tałêkî dirêjî simêłî epřûza û myawêkî bo ekird.
le pişko eçûyne pêşewe, tînêkî haławî germay tîj
řûmetî ał kird, řûmetî dax kird, bełam her dezûley sermayek, le piştita cê ema û hatuçwî xoy ekird. lepřida hêlkeyek lenêwan pişkoda
eteqî û eřja û kefêkî ekird û le nîwî zyatrî,
eçuwe naw xołemêş!
wa daykim emsałîş çî cilî parmane hênanye derewe,
bo pîney dû řeng û wa qaçî dirêj kird.
wa minîş çaweřêm, ezanim êstake, pêm ełê:
«ha kuřim derzîyeke! to çawit tîjtire û dezokey pêwe ke».