şiksitî duşmin û geřanewe
selîm beg ke zanî nan û xwan le cêy xoy mawe neřjawe inca xoy le řaste xoy terîq bwewe û witî: yaran paşa kewa mîwane dyar nîye, leşkir têk çiřawe, cwamêr be birîndarî kewte pê û şwênî leşkir. le şwên news be kase û kewçkewe degeřêm destibecê geřayewe û her le xoyewe day le tepił, zorî pê neçû ekirem peyda bû selîm beg:
- ha ekirem çîye?
- aẍam tenganey çak em demeye. herçend leşkir şikawe başçaweş serişkiste nîştuwe, bełam ewaney lepêş başçaweş û leşkirî êmewen kemin. hêşta zorbey leşkir le dasêran û nestinwaneMissing mawetewe. emane eger bêt û bicûłên, swarey ême dekewne naweřastey dû leşkirewe û ke bizanin kemîn bimangirne nawewe hemû řenciman bêhûde eřwa. êsta min şareza nîm û tîpî xoşman lêk biřawîn. eger sê çwar swarî tirman bidozyayenewe be kuřewe û heray tepił berman le destey dwayî leşkirî êran ke le kêw ko bûnewe û dwabedway şiksitey xoyan eřon bigirtaye, bimanxistinaye řetî řêy «mûsk» em tirseman nedema, bełam min û to çî bikeyn.
selîm beg witî: řast ekey ba carê herdûkman le tepił bideyn û řû bikeyne pêş şiksitey duwayî, ekirem herçende emey be şêtî zanî bełam naçar serpêçî nekird, hêşta dûr neřoyştibûn tîpe swarêkî hełbijardey qoçaẍ bêdeng û bê seng le dwayanewe dekşa, nizîk kewtinewe selîm beg geřayewe têy xuřîn. ke lêyan wird buwewe řawesta ta paşa geyşte berewe bangî kird mame toy? mawî? selîm beg dił û çawî be carê řûn buwewe. witî: bełê saẍim qurban carê şwênim kewe, paşayş neypirsî bo kwê ke geyştin, îtir xwa boy řêk xistin dway leşkirî êranyan lêk piçřand ta pişt mûsk.
înca le serya neřoyîn geřanewe şwên leşkirga le řêga zułał aẍa peyda bû, paşa nardî be şwên başçaweşa ke bigeřêtewe îtir leseryan neřwa û fermûyşî tepłî bazgeşt lê den. xoyşyan hatne naw xeyme û baregay becêmawewe dabezîn. paşa lebatî emey řûxoş û şadman bê, diłteng û mat û melûl danîştibû. legeł swareye derdekewt diłî řadeçenî û hewałî cwamêr aẍay depirsî. řûy kirde selîm beg û witî:
mame to cwamêr aẍat çon dî? detirsim xwanekirde cwamêrman ledes biçê! be xwa swênd exom cwamêr be hemû leşkir û kes û karmî nagořmewe. selîm beg «be gałtewe»: sa bexwa paşa şukur birînekanî lewaneye ke nejî to etewê nekujrêyn û be mergî xoman bimrîn ta le diłî mîllet û te’rîxa bijîn.