bab 20

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 minutes  403 views

1) beła de řojî hewełî ḧewtûyda, sibḧeynê zû ke hêşta tarîk bû, miryemî megdelî hate ser qebrî û dîtî ke berdeke le qebrê hełgîrabû.

2) dena lingî da û hate kin şem’ûn pîtros û lekin ew şagirdey dîke ke yesû’ xoşî dewîst û be wanî gut: «řebyan le qebrê hełgirtuwe û nazanîn ewyan le kwê danawe.»

3) ew demî pîtros weder kewt û ew şagirdey dîke û dehatne ser qebrî.

4) û herdûk pêkewe lingyan deda û ew şagirdey dîke le pîtros zûtir wepêş kewt û hewełê hate ser qebrî.

5) û ke xwar bowe ketananî dî lewê dandiraw beła wejûr nekewt.

6) ew demî şem’ûn pîtrosîş ke wedway wî dekewt hat û wejûr qebrê kewt û ketananî dî lewê dandiraw.

7) û desmałê ke le serî wî bû degeł ketanan danendirabû beła de cêyekî (alaḧdih)da pêçraw.

8) ew wextî ew şagirdey dîkeş ke hewełê hatbuwe ser qebrî wejûr kewt û dîtî û îmanî hêna.

9) çunke hêşta kitêbyan nedefamî ke bo wî lazim bû ke lenêw mirduwan hełbistêtewe.

10) dena ew şagirdane dîsan bo cêy xoyan çûn.

11) beła miryem lekin qebrî le derê řawestabû û degrya. we ke degrya bo nêw qebrê xwar bowe.

12) û dû melayketanî dî be cilî sipî řonîştû, yekêk lekin serî û yekêk lekin pêyanî dew cêyeyda ke meytî yesû’ lêy dandirabû.

13) û ewan be wîyan gut: «ey jin, boçî degryêy?» be wanî gut: «çunke řebbî minyan hełgirtuwe û nazanim ewyan le kwê danawe.»

14) wextêkî ewey kutbû bo piştewe wergeřa û yesû’î dî lewê řawestaw û neydezanî ke yesû’ bû.

15) yesû’ be wî gut: «ey jin boçî degryêy? le kê degeřêy?» ew fikirî dekird ke baẍewan bû û be wî gut: «ey aẍa, eger eto ewt birduwe be min biłê ewî le kwê danawe û emin ewî hełdegirim.»

16) yesû’ be wî gut: «ey miryem», ew xoy wergêřa û be ’îbranî be wî gut: «řebûnî» ye’nî ey mamosta.

17) yesû’ be wî gut: «dest le min mede çunke hêşta bo kin bab weser nekewtûm. beła biřo kin birayanî min û be wan biłê ke bo kin babî xom û babî engo û xułay xom û xułay engo weser dekewm.»

18) miryemî mecdelî hat û be şagirdanî xeber da: řebbim dîwe, û ke ew çitaney be wî kutbû.

19) dena wextêkî êwarê bû dew řojî hewełî ḧewtûyda û ke derkekan bestirabûn dew cêyeyda ke şagirdan leber tirsî yehûdîyan lêy bûn, yesû’ hat û de nêwîda řawesta û be wanî gut: «selam ’eleykum.»

20) û ke ewey kutbû destan û tenîştî xoy be wan nîşan da û şagirdan wextêkî řebyan dî xoşḧał bûn.

21) ew demî yesû’ dîsan be wanî gut: «selam ’eleykum. çilonêkî bab emnî narduwe, emnîş engo denêrim.»

22) û ke ewey kutbû, fûy le wan kird û be wanî gut: «řuḧulqidus wergirin.»

23) eger engo gunaḧanî kes bibexşin be wan bexşirawin û eger ewan leser kes řabgirin, řagîrawin.

24) beła toma, yekêk le ew dwazdaney ke dwane bang dekira degeł ewan nebû wextêkî yesû’ hat.

25) dena şagirdanî dîke be wîyan gut: «řebman dîwe.» beła ew be wanî gut: «eger de destanî wîda nîşanî bizmaran nebînim û qamkî xom de cêy bizmaranda danenêm û destî xom denêw tenîştî wîda danenêm qet baweř nakem.»

26) û le paş heşt řojan şagirdanî wî dîsan de jûrêda bûn û tomaş degeł ewan. yesû’ hat wextêkî derkekan bestirabûn û de nêwîda řawesta û kutî: «selam ’eleykum.»

27) le paşan be tomay gut: «qamkî xot bêne êre û destanî min bibîne û destî xot bêne û denêw tenîştî minda daybinê û bê îman mebe beła îmanhêner be.»

28) toma cwabî da û be wî gut: «ey řebbim û xułam.»

29) yesû’ be wî gut: «erê çunke eminit dîwe îmanit hênawe? xozge be ewaney ke neyandîwe û dîsan îmanyan hênawe.»

30) û yesû’ leber çawî şagirdanî xoy zor nîşananî dîkeşî kird ke dew kitêbeyda nenûsrawin.

31) beła ewane nûsrawin hetakû engo îman bênin ke yesû’e ew mesîḧ, kuřî xułay, û hetakû be îmanhênanî be nêwî wî jyanî ebedîw bibê.