bab 18

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 minutes  203 views

1) wextêkî yesû’ ew çitaney kutbû, degeł şagirdanî xoy bo ew lay cogeley qedron weder kewt, le kwê ke baẍçeyek hebû û de wêda wejûr kewt boxoy û şagirdanî wî.

2) û yehûdaş ke ewî teslîm dekird ew cêy dezanî çunke yesû’ zor caran degeł şagirdanî xoy lewê xiř debowe.

3) dena ke yehûda desteyekî ’esker û xizmetkaran le kahînanî gewre û le firîsîyan wergirtibû hate ewê be meşxełan û çirayan û çekan.

4) ke yesû’ hemû çitî ke leser ewî dehat deyzanî weder kewt û be wanî gut: «le kê degeřên?»

5) cwabyan be wî da: «le yesû’î nasrî.» be wanî gut: «emnim.» û yehûdaş ke ewî teslîm dekird degeł ewan řawestabû.

6) wextêkî be wanî gut, emnim, bo paşewe çûn û kewtine erzê.

7) dena dîsan le wanî pirsî: «le kê degeřên?» û ewan kutyan: «le yesû’î nasrî.»

8) yesû’ cwabî da: «be engom gut ke emnim. dena eger le min degeřên, bêłn ke ewane biřon.»

9) hetakû tewaw bibê ew qisey ke kutbûy: «ewaney ke be minit dawe le wan hîçyekim win nekirduwe.»

10) ew demî şem’ûn pîtros ke şîrêkî hebû ewî hełkêşa û le xizmetkarî kahînî gewrey da û gwêy řastî wî biřî û nêwî ew xizmetkarey melxus bû.

11) yesû’ be pîtrosî gut: «şîrekey de qalanî binêwe. ew pyałey ke bab be minî dawe, erê ewî naxomewe?»

12) ew demî ’eskeran û serkirde û xizmetkaranî yehûdîyan, yesû’yan girt û ewyan best.

13) û hewełê birdyane kin ḧenna çunke ew xezûrî qyafa bû ke kahînî gewrey ewê sałê bû.

14) beła qyafa ewe bû ke be yehûdîyan ew tegbîrey dabû ke qazance ke yek nefer bo qewmî bimrê.

15) beła şem’ûn pîtros û şagirdêkî dîke wedway yesû’ kewtin û ew şagirde ke le kahînî gewre nasraw bû û degeł yesû’ de ḧesarî kahînî gewre wejûr kewt.

16) beła pîtros le derê lekin derkey řawestabû. we ew demî ew şagirdey dîke ke le kahînî gewre nasraw bû weder kewt û degeł derkewanî qisey kird û pîtrosî wejûr hêna.

17) ew demî qerewaş derkewaneke be pîtrosî gut: «erê etoş le şagirdanî ew kesey nî?» ew kutî: «nîm.»

18) beła ’ebdan û xizmetkaran awrêkî řejîyan dirust kirdibû, çunke serma bû û řawestabûn û xoyan germ dekirdewe û pîtrosîş degeł ewan řawestabû û xoy germ dekirdewe.

19) ew demî kahînî gewre le yesû’ pirsyarî kird, beḧsî şagirdanî wî û beḧsî te’lîmanî wî.

20) yesû’ be wî cwabî da: «emin bo dinyayê be aşkira qisem kirduwe. emin hemîşe de kenîştî û de heykelêda te’lîmim dawe, le kwê ke hemû yehûdîyan xiř debnewe û be dizî hîç qisem nekirduwe.

21) boçî le min pirsyar dekey? bipirse le ewaney ke bîstûyane çi bo wan qisem kirduwe. eweta ewan dezanin emin çim kutuwe.»

22) beła wextêkî ewey gut, yekêk le xizmetkaran ke leknî řawestabû zilleyekî le yesû’î da, deygut: «erê be kahînî gewre weha cwab dedey?»

23) yesû’ be wî cwabî da: «eger xirap qisem kirduwe, leser xirapî şayedî bide. beła eger çak qisem kirduwe boçî lêm dedey?»

24) ew demî ḧenna ewî bestiraw bo kin qyafa kahînî gewrey nard.

25) û şem’ûn pîtros řawestabû û xoy germ dekirdewe. ew demî be wîyan gut: «erê etoş le şagirdanî wî nî?» ew ḧaşay kird û kutî: nîm.

26) yekêk le xizmetkaranî kahînî gewre, xizmî wey ke pîtros gwêy wî biřîbû kutî: «erê emin etom de baẍçeyda degeł ewî nedî?»

27) pîtros dîsan ḧaşay kird û cêbecê kełebab xwêndî.

28) ew demî yesû’yan lekin qyafay bo dîwanxanî bird. we sibḧeynê zû bû û boxoyan wejûr dîwanxanî nekewtin hetakû napak nebin, beła ke fesḧî bixon.

29) leber ewey pîlatos weder kewte kin ewan û kutî: engo leser ew pyawey çî gilêyî dadênin?

30) cwabyan da û be wîyan gut: «eger ewe xirapeker nebaye ewman be to teslîm nedekird.»

31) ew demî pîlatos be wanî gut: «engo ewî hełgirin û wekû şerî’etî xotan leser ewî ḧukmê biken.» yehûdîyan be wîyan gut: «bo me dirust nîye ke kesêkî bikujîn.»

32) hetakû tewaw bibê qisey yesû’ ke kutî wextêkî nîşanî da be çî cor mirdinê deba bimrê.

33) ew demî pîlatos dîsan wejûr dîwanxanî kewt û yesû’î bang kird û be wî gut: «erê eto padşay yehûdîyanî?»

34) yesû’ cwabî da: «erê eto ewey le xotewe dełêy yan î dîkan beḧsî min eweyan be to kutuwe?»

35) pîlatos cwabî da: «meger emin yehûdîm? mîlletî to û kahînanî gewre etoyan be min teslîm kirduwe, çit kirduwe?»

36) yesû’ cwabî da: «padşayetî min le ew dinyayey nîye. eger padşayetî min le ew dinyayey bûyaye xizmetkaranî min şeřyan dekird ke be yehûdîyan teslîm nekirabamaye, beła ewêsta padşayetî min le êre nîye.»

37) ew demî pîlatos be wî gut: «dena eto padşay?» yesû’ cwabî da: «eto dełêy ke padşam. emin bo ewey be weled bûm û bo ewey hatûme dinyayê ke bo řastî şayedî bidem. her kes ke le řastîye dengî min debyê.»

38) pîlatos be wî gut: «erê řastî çîye?» û ke ewey kutbû, dîsan weder kewte kin yehûdîyan û be wanî gut: «emin de wîda hîç sûçêk peyda nakem.

39) beła engo ’adetêkû heye ke de fesḧêda yekêk bo engo berełła bikem. dena erê detanewê ke padşay yehûdîyan bo engo berełła bikem?»

40) ew demî dîsan qîjandîyan deyangut: «ewî ne, emma birabasî», beła birabas cirdeyek bû.