bab 17

From the Book:
Mukri Kurdish Bible
By:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 minutes  197 views

1) yesû’ ew çitane qisey kird û çawanî xoy bo asmanê hełêna û kutî: «ya babe, se’at hatuwe, kuřî xot be celal bike hetakû kuřeke eto be celal bika.

2) çilonêkî leser hemû mexlûq be wî ḧîkmatit dawe hetakû jyanî ebedî be hemû ewaney bida ke be wît dawe.

3) û eweye jyanî ebedî ke eto xuła tenya û řast binasin û yesû’ mesîḧ ewey ke nardûte.

4) emin etom leser erzê be celal kirduwe be wey ke ew karey ke be minit dawe ke bîkem tewawim kirduwe.

5) û ewêsta ya babe eto emin be celal bike lekin xot be ew celaley ke lekin tom hebû le pêş eweyda ke dinya bû.

6) nêwî tom beyan kirduwe bo ew kesaney ke le dinyayê be minit dawe. î to bûn û ewaney be minit dawe û kelamî toyan řagirtuwe.

7) ewêsta tê geyştûn ke hemû çitanî ke be minit dawe le ton.

8) çunke ew kelamey ke be minit da, be wanim dawe û ewan ewyan qebuł kirduwe û beřastî tê geyştûn ke lekin eto weder kewtûm û baweřyan kirduwe ke eto eminit narduwe.

9) emin bo wan du’a dekem. bo dinyayê du’a nakem beła bo ewaney ke be minit dawe, çunke î ton.

10) û hemû î min, î ton û î to, î minin û de wanda be celal bûm.

11) û îdî de dinyayda nîm beła ewan de dinyayêdan û emin bo kin eto dêm. ya babe muqeddes, ewaney ke be minit dawe be nêwî xot řabgire hetakû yek bibin wekû eme.

12) wextêkî degeł ewan bûm emin be nêwî to ewanim řadegirt ke be minit dawe û ewanim ḧêfiz kird û hîçkes le wan win nebû bêcge le kuřî hîlakî hetakû kitêb tewaw bibê.

13) beła ewêsta bo kin eto dêm û ew çitane de dinyayda qisan dekem hetakû xoşḧałî min de xoyanda tewaw bibê.

14) emin kelamî tom be wan dawe û dinya ewanî buẍzanduwe, çunke ewan le dinyayê nîn çilonêkî emnîş le dinyayê nîm.

15) tełeb nakem ke ewane le dinyayê hełbigrî, beła ke ewane le xirapey řabgirî.

16) ewan le dinyayê nîn, çilonêkî emin le dinyayê nîm.

17) ewane de řastîda muqeddes bike, kelamî to řaste.

18) çilonêkî eminit de dinyayda narduwe, emnîş ewanim de dinyayda narduwe.

19) û bo ewan emin xom muqeddes dekem hetakû ewanîş beřastî muqeddes bibin.

20) û ne tenya bo ewane du’a dekem, beła bo ewaneş ke be sebebî qisey wan îman be min bênin.

21) ke hemûyan yek bibin çilonêkî eto ey babe de minda û emin de toda, ke ewanîş de meda bibin, hetakû dinya baweř bika ke eto eminit narduwe.

22) û ew celaley ke be minit dawe, be wanim dawe hetakû yek bibin, çilonêkî eme yekîn.

23) emin de wanda û eto de minda hetakû de yekda tewaw bibin, hetakû dinya bizanê ke eto eminit narduwe û ewanit ḧubbanduwe, çilonêkî eminit ḧubbanduwe.

24) ya babe, ewaney ke be minit dawe demewê ke le kwê ke emnim ewanîş degeł emin bibin, hetakû celalî min ke be minit dawe bibînin. çunke le pêş bûnî dinyayê eminit ḧubbanduwe.

25) ya babe sadiq, û dinya etoy nenasîwe, beła emin etom nasîwe û ewane tê geyştûn ke eto eminit narduwe.

26) û nêwî tom be wan nasraw kirduwe û nasrawî dekem, hetakû ew muḧebbetey ke be wî eminit ḧubbanduwe de wanda bibê û emnîş de wanda.»